Alîkariya ewil ji Şirnexê hat: Em gelekî hestiyar bûn

  • 09:01 1 Adar 2023
  • Rojane
Dîlan Babat 
 
DÎLOK - Gonul Tunçbilek a ji Taxa Çakmak a Cembelînûrê ya ji binê kavilan hat derxistin da zanîn wan bi 5 jinan ji bin kavilan xurek derxistine çorbe çêkirine û mirov bi vî rengî ji sermayê parastine. Gonulê diyar kir ku alîkarî ji dereke dûr ji Şirnexê hatiye û got:"Em şaş man. Me hêvî nedikir lê belê em gelekî hestiyar bûn."
 
Di 6'ê Sibatê de navenda wê Bazarcixa Mereşê bi pîleya 7.7 û navenda wê Elbîstan bi pîleya 7.6 erdhej pêk hat. Piştî erdhejê ji Taxa Çakmak a Cembelînûrê tenê sê mal hilneweşiyan. Alîkariyên ji bo gel jî çar roj şûnde gihandin ber destên welatiyan. Welatiyan bi hêz û piştevaniya xwe rojên ewil hewl dan birînên xwe bipêçin. Piştî erdhejê welatî li ber mala şînê kom bûn û ji malên tam hilneweşiyabûn xurek derxistin û çorbe çêkirine. Bi vî rengî hewl dane xwe ji sermayê biparêzin. Her wiha welatiyan diyar kirin ku alîkariya ewil ji Şirnexê hatiye. 
 
Ji aliyê hevjîn û zarokên xwe ve hat rizgarkirin 
 
Gonul Tunçbilek a ji ber erdheja serê sibehê di kavilan de ma wiha got:"Derketina min a ji bin wan kavilana mûcîze ye. Wê demê tenê ez zarokên xwe difikirîm. Li ser rizgarkirina wan fikirîm. Piştî zarokên min derketin hevjînê min got ka tu jî derkeve min jî got nikarim dolab li ser min e. Hevjîn û zarokên min dolab ji ser min rakirin û ez wiha derketim. Piştî em derketin mala me wekî kevirên domîno hilweşiya. Wê demê dayika min hat bîra min. Tam ez diçûm mala diya xwe mala xaltîka min li ber min hilweşiya. Dayika min di hundur de mabû û derî hatibûn kilîtkirin. Me kevirên kavilên mala hilweşiyabû li derî xist û dayika xwe wiha xilas kir."
 
'Welatiyên li gundên nêz ên hatin hewara me'
 
Gonulê da zanîn ku erdhejokan tim dewam kirine û ew derbasî hinda mala şînê bûne û wiha got:"Berf û baran nedisekinî. Ji ber em demildest ji malan derketin û mal hilweşiyan li ser me jî tiştekî me baş ji sermayê biparêze tune bû. Naylon li ser mala şînê hebû min ew da dora zarokên xwe. Me dawiyê ji hundur maleke hilneweşiyabû betanî derxist. Welatiyên li gundên nêz ên ku erdhejê pir bandor li wan nekiribû hatin hewara me. Wê rojê demê pir dirêj dewam kir. Nedibû sibeh. Ji ber ez di bin dolabê de mabûn serê min şikiyabû û xwîn bûbû tew ez ne di ferqiya wê de bûm jî. Ji ber hewa sar bû xwîna serê min wiha sekinî."
 
'Alîkariya ji Şirnexê hat em gelekî hestiyar kir'
 
Gonulê bi lêv kir ku bi 5 jinan re li nava kavilan li xwarinê geriyane û wiha pê de çû:"Dawiyê min dît ku mitbexa mala min xira nebûye û ez çûm hema çi ket destên min, min girt anî. Bi piştevaniyê me roja ewil hewl da em birînên xwe hewl bidin. Me piştgirî dan hevdu. Me fam kir ku ev yekîtî tiştekî pir xweş e. Di dema zivistanê de li kuçeya me 50 kes dijiyan. Lê belê niha li ber mala şînê em xwarinê didin 300 kesî. Alîkariya ewil ji dereke ku me hêvî nedikir hat. Alîkariya ji Şirnexê hat em gelekî hestiyar kir. Li taxa me kurd, elewî, çerkez hene. Ji dereke din me alîkarî hêvî dikir. Lê belê ji dereke dûr ji Şirnexê hat loma em şaş man. Alîkariyeke zêde bû jî. "
 
Jinên mala wan zexm e avê germ dikin û jin pê serê xwe dişon
 
Gonluê da zanîn ew ê dev ji axa xwe bernedin û wiha lê zêde kir:"Di konan de ji ber em li ber hev in ev derûniya zarokan jî xirab dike. Em ê jî li hêviya konteyniyaran bin. Avahiyeke zexm maye li wir em hewl didin serê xwe bişon. Çend malên nehatine hilweşandin hene jin li wir avê germ dikin û pê serê xwe dişon. Dûşa seyyar anîn lê belê hîn nehatiye danîn. Xebatên lêgerînê nehatin kirin jixwe welatiyan hevdu rizgar kirin. Ev hefteyeke jî dest bi xebatên rakirina kavilan hatin kirin."