30'yê Nîsana 1977'an: Jin ji bo zarokên xwe li qada Plaza de Mayo kom bûn

  • 09:01 30 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
14 jinên Arjatînî di 1977’an de ji bo zarokên xwe yên di bin çavan de hatibûn windakirin li qada Plaza de Mayo kom bûn. Arjantînê serxwebûna xwe li Qada Plaza de Mayo ragihandibû, her wiha di dîroka Arjantînê de gelek komên cuda ji bo daxwazên xwe li vê qadê kom bûn.
 
Hikûmeta Arjantînî derbarê yên ku di bin çavan de hatibûn windakirin de red kir ku agahiyê bide malbatên wan. 14 jinên zarokên wan di bin çavan de hatibûn windakirin, ji bo nameya daxwazên xwe bişînin serokê Arjantînî Jorge Rafael Videla Redondo, li qadê kom bûn lê belê polîsan êrîşî jinan kirin.  
 
Piştî êrîşê, jinan li der dora Bîrdariya Gulanê ya li hemberê qesra serokatiyê dest bi çalakiya meşa bêdengiyê kirin. Armanca çalakiya jinan a bêdengiyê ew bû ku xizmên di darbeya leşkerî de winda bûbûn ji raya giştî re ragihînin.  
 
Çalakiya ku bi 14 jinan re dest pê kiribû li çar aliyê cîhanê belav bû û qêrîna dayikên Plaza de Mayo gihaşt Dayikên Şemiyê.  
 
Di dîrokê de hinek geşendanên îro qewimîne wiha ne:
 
1909: Lîstikvana Sînemayê ya Emerîkî Eve Arden ji dayik bû. Eve di gelek fîlmên Sînemayê de lîst û ji bo jinan lîstika wê ya herî girîng rêzefilmek bû. Xelata Emmy qezenc kir û di 1990’an de jiyana xwe ji dest da.
 
1985: 5 karkerên jin ên ji karê Îlerî Deriyê ya li Eyupa Stenbolê bê tazmînat hatin derxistin bi îddiaya "kar hêdî dan meşandin û hilberîn kêm kirin" li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM)  hatin darizandin. 
 
2015: Rêxistina Wekheviya Zayendî û Bihêzkirina Jinan a Neteweyên Yekbûyî raporek weşand û di raporê de destnîşan kir ku ‘Polîtîkayên lêçûnên xwe kêm bikin’ zirarê dide karsaziya cîhana jinan.
 
2016: Dayikên Şemiyê li Navçeya Gever a Colemêrgê dayikên ku 7 rojan çalakiya wan hat astengkirin silav kirin û li aqûbeta kesên ku li Geverê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn. Ji kesên ku hatin windakirin xizmên Abdullah Ocan û Abdulkerem Yurtseven, bal kişandin ser qedexeya derketina kolanan û êrîşên li Geverê pêk hatin.