30'yê Adara 1863'yan: Filozof Mary Whiton Calkins ji dayik bû

  • 09:01 30 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Fîlozof, derûnas Mary Whiton Calkins, di 30'yê Adara 1863'yan de ji dayik bû. Mary a di Koleja Wellesleyê de demeke dirêj mamostetî kir li ser hafiza û xewnan lêkolîn kir. Mary di heman demê de bû jina yekem a Seroka Komeleya Derûnî û Felsefeyê. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1882: Melanie Klein a nivîskar û psîkanalîst a di warê xebatên analiza zarokan de dihat naskirin îro hat dinê. 
 
1842: Wênesaza Fransizî Elisabeth Louise Vigée Le Brun di 16'ê Nîsana 1755'an de ji dayik bû. Elizabeth a wekî Wênesaza Portreyê dihat naskirin bala arîstokrat, aktor û nivîskarên Ewropayî dikşîne. Elisabeth, 179 sal berê îro jiyana xwe ji dest da.
 
2009: Xebata "Rêzetêgehên li ser Jinê" ya ji aliyê Pirtûkxaneya Berhemên Jinê ve ji Îlona 2005'an ve hat meşandin, hat temamkirin. Ev xebateke hevpar bû.