26'ê Adara 1988'an: Li dijî medyaya mêr kampanya hat destpêkirin

  • 09:01 26 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Enqerê femînistan di sala 1988’an de li dijî medyaya mêr kampanyayek dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de panel hatin lidarxistin. 
 
1953: Helbestvan, nivîskar û şoreşger Kutsiye Bozoklar îro hat dinê. 
 
1994: Şanogera Misrî Wîdad Hemdî, wekî stranbêjekî koroyê dest bi karê xwe kir û di 600 fîlmî de lîst. Şanogera Misrî ku bi eslê xwe kurde di 26'ê adara 1994'an de bi xiyanetî ji hêla kesê bi navê El-Rîcsîr hat qetilkirin. Cezayê darvekirinê li kujer birîn û hate darvekirin.
 
2015: Jinan li Îzlandayê li ser medyaya civakî "Ji serî memikan re azadî" tevgerek dan destpêkirin.