25'ê Adara 2019'an: Medya Çinar li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî

  • 09:01 25 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Medya Çinar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdinê çalakiyek li dar xist û dawî li jiyan xwe anî. Cenazeya Medyayê li gundê Margik a Qosera Merdînê hat definkirin. 
 
Medya di sala 2015-2016'an de di qedexeya derketina li dervê de hat girtin. Medya li dadgehê parastina xwe bi kurdî kir û diyar kir ku li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye û ji ber ku birîndar bûye hatiye Nisêbînê tedawî bibe. Di dema tedawiyê de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û ji ber bîrindarbû nekariyê ji Nisêbînê derkeve. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1911: Fabrîkaya îşlikan a li avahiya Asch Building a New Yorkê şewat derket û 146 karker jiyana xwe ji dest da. Ev der cihê destpêka tevgera karkerên jin bû. Di dîroka tevgerên karkeren de wekî şewata Trîagle derbas dibe. 
 
2019: Li Çerkezkoyê piştî ku peyman di nabera karkeran de pêk nehat karmend 20 karkerî ji kar derxist. Li dijî kar derxistinê 200 karkerên jin dev jî kar berdan û fabrîkaya ku dixebitin dagir kirin.