24'ê Adara 2022'yan: Malbatên girtiyan dest bi Nobeda Edaletê kir

  • 09:01 24 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Malbatên girtiyan li dijî binpêkirina mafên girtiyên nexweş û betalkirina înfazan ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, li Stenbolê dest bi çalakiya "Nobeta Edalet" kirin. Malbatan çalakiya xwe li ber Edliya Stenbolê pêk anîn. Çalakiya nobetê ya ku li Amed û Wanê hatibûn destpêkirin li ber edliyeyan berdewam kir. 
 
Hin bûyerên girîng ên di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1826: Aktîvîsta  ku mafên jinan ê dengdayînê diparast Matîlda Joslyn Gage li bajarê DYA'yê New Yorkê ji dayik bûye. Matîlda di heman demê de nîvskarek ku li dijî koletiyê derketiyê, di berhemên xwe de jin kiriye mijar û di berhemên xwe de dîroka jinê ya nehatiye nivîsîn vedibêje.  Matîlda, di 18'ê Adara 1898'an de jiyana xwe ji dest da.
 
1884: Kîmyagera Japon Chîka Kuroda,  di 1884'an de li eyaleta Saga ji dayik bû. Chîka, di 8'ê Mijdara 1968'an de ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.
 
1912: Aktîvîsta Mafên jina ya Emrîkî Dorothiyê Irene Heîght di 1912'an de hat dinê. Dorothy 40 salan Serokatiya Konseya Nwteweyî ya Jinên Reşik kir. Ji ber nexweşiya lê peyda bû di 25'ê Adara 2010'an de li nexweşxanê hat razandin û di 20'ê Nîsana 2010'an de jî jiyana xwe ji dest da.
 
1921: Aktîvîteya yekemîn a navneteweyî Olîmpiyatên Jinan hat destpêkirin. Bername di navbera 24-31'ê Adara 1921'ê de ji aliyê sporvana jin Alîce Mîlîat ve hat ogrganîzekirin.
 
2020: Siyasetmedara kurd a jin Nezahat Ulker jiyana xwe ji dest da. Komeleya Jinan a Rosayê ku ji bo Nezahatê peyama sersaxiyê weşand got, "Em bi mirina kedkara siyaseta kurd birêz Nezahat Ulker gelek xemgîn bûn. Em wê û keda wê ya ji bo têkoşîna azadiya jinên kurd bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ji malbata wê re sersaxiyê dixwazin û dibêjin bila serê me hemûyan sax be."