23'yê Adara 2019'an: Ayten Beçet li dijî tecrîdê çalakî li dar xist

  • 09:02 23 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Girtiya siyasî Ayten Becet a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî. 
 
Hin sernavên ku di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne: 
 
1882: Matematîkzan Emmy Noether, di 23'yê Adara 1882 'yan de li Elmanyayê hat dinê. 
 
2016: Jina Ciwan a Azad (OGK), beriya 1'emîn Konferansa xwe ya bi dirûşma "Em bi serhildana xwe azad dibin, ber bi azadiyê ve dimeşin" komxebat pêk anî.
 
2016: Dadgeha Navneteweyî ya Cezayê, di 21'ê Adara 2016'an de di dema şer de êrîşa zayendî ya ku wekî çekê li hember jinan dihat bikaranîn cara yekê sûcê şer qebûl kir.
 
2016: Wezîra demê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyeyê Sema Ramazanoglu derbarê 45 zarokên ku li Weqfa Ensar êrîşa zayendî li wan hat kirin de ji ber xwedîderketina wê ya li weqfê derbarê wê de li ser sîteya înternetê ya change.org kampanyaya bila îstîfa bike hat destpêkirin. 
 
2016: Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), giliyê jinan ku bi salan tundî lê hat kirin û hat tirsandin qebûl kir û qebûl kir ku Tirkiye di warê parastina jinan de ewlehiya têrker nagire. DMME'yê diyar kir ku daraza tirk dereng tev digere û got ku piştî jin ji hevjînê xwe diqetin jî ditirsin û ev jî cureyekî îşkenceyê ye.