2'yê Adara 2016'an: Meclîsa Jinê ya Edaleta Civakî hat îlankirin

  • 09:01 2 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di konfreransa li Amûdê hat lidarxistin de jinan Meclîsa Jinê ya Edaleta Civakî îlan kir. Li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê ku li rojavayê Kurdistanê ye di 1'ê Adara 2016'an de bi tevlibûna 130 delege û 50 mêvanan, Konferansa 2'yemîn a Edaleta Civakî ya Jinan hat lidarxistin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2015: Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatê hat dayin de hat gotin di encama nirxandina serîlêdanên li sîteya fermî de endama CEDAW'ê  Prof. Dr. Ayşe Feride Acar  wekî berendama Koma Têkoşîna li dijî Tundiya di nava Malbatê de û Tundiya li ser Jinê (GREVIO) hatiye hilbijartin. Hat gotin ev pêvajoya mekanîzmayên Peymana Stenbolê ya di 1'ê Tebaxa 2014'an de hat qebûlkirin, bê avakirin hatiye destpêkirin. 
 
2016: Yekîtiya Komîteyên Jinan a Filistînê bi armanca piştevaniya jinan ji KJA'yê re peyam şand. 
 
2019: Jinên bi pêşengiya TJA'yê hatin gel hevdu bi dirûşma "Em jiyanê diparêzin; em bi Leylayê re di nava piştevaniyê de ne" daxuyanî dan û ragihandin ku wan Însiyatîfa Bibe Dengê Leylayê ava kirine.