1'ê Adarê 2004'an: Guldunya Toren hat qetilkirin

  • 09:01 1 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Guldunya Toren a ku nexwest bi xizmê xwe yê tecawizî wê kiriye Servet Taş re bizewice ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin. Guldunya Toren ya ku li Norşîna Bedlîsê ji dayik bû, xizmê wê Servet Taş tecawizî wê kir. Li ser zextên malbatê Guldunya mecbûr ma ku bibêje tecawizî wê hatiye kirin. Piştî ku bûyer derket holê malbatê xwestibû ku Guldunyayê bi kesê tecawizî wê kir re bizwicîne lê wê ev qebûl nekir û reviya çû Stenbolê. Guldunya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoya Stenbolê ku lê tedawî dibû ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1692: Daneşîna doza Salem ku gelekên wan jin jê dihatin darizandin di 1'ê Adara 1692'yan de dest pê kir. Salem navçeyeke kolonî ya ku ji aliyê ingilîzan ve li Başûrê Amerîkayê hatiye damezrandin ku şêniyê wê hemû xwedî baweriya protestanin.  
 
2015: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê DBP'ê Konferansa 1'emîn a Jinên Ciwan li dar xist.
 
2019: Gelek jinên ku hatin gel hev û navê "Jinên ku piştevaniya Leylayê dikin" li xwe kirin, bi daxwaza ku tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin îmzeyên ku ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven kom kirin li Otela Hîll bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin. 
 
2022: Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel parlamenteriya wê hat betalkirin.