28'ê Sibata 2015'an: Mutabakata Dolmabahçeyê hat îmzekirin

  • 09:01 28 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Mutabakata Dolmabahçeyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di 3’yê çileyê 2013’yan de bi navê ‘pêvajoya çareseriyê’ hat destpêkirin û ji aliyê AKP’ê ve di 24’ê tîrmeha 2015’an de hat rakirin. Mutabakat îro ji raya giştî re hatibû ragihandin. Mutabakata ku ji 10 xalî pêk dihat ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibû amadekirin û di alî fermiyeta pêvajoya çareseriyê de gelek girîng bû. 
 
Hinek bûyerên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1909: Partiya Sosyalîst a Emerîkayê di 28'ê Sibata 1909'an de li New Yorkê piştî "Roja Jinan" li dar xistin di Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya 1910'an de hat pêşniyarkirin ku "Roja Jinan" bê lidarxistin.
 
2015: Li Cizîra Şirnexê jinên KESK'î û Meclîsa Jinê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çalakiya kermesê li dar xistin. Li kermesa ji bo alîkariya avakirina ji nû de ya Kobanê pirtûk, xwarinên herêmî û xişr hatin pêşandan. 
 
2016: Encamnameya 1'emîn Konferansa Aboriyê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya li Amedê hat lidarxistin hat eşkerekirin.  
 
2016: Rêxistina jinên zanîngehan Pîrebokên Kampusê bi çalakiya li Zanîngeha Bogaziçiyê avakirina xwe îlan kirin. 
 
2018: Jinên li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê bi destên xwe nivîs nivîsandin û kirin wekî kovara Roperî ya ji sê mehan carekê. 15'emîn hejmara wê di dîrokê de îro hat çapkirin.