27'ê Sibata 2015'an: Dayika Şemiyê Kîraz Şahîn jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 27 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Dayika Şemiyê Kîraz Şahîn dema li Şaredariya Beyogluyê dixebitî di 18'ê Çileya 1996'an de hevjînê wê Îsmaîl Şahîn tê windakirin. Ji wê rojê şûnde Kîrazê têkoşîna xwe ya edaletê da. Kîraza dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda di 27'ê Sibata 2015'an de ji ber pençeşêra made koça xwe ya dawî kir. Cenazeyê Kîrazê li memleketê wê Hubyara Navçeya Almusa Tokatê hat definkirin. 
 
Hinek bûyerên girîng ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1693: Kovara yekem a jinê ya bi navê "The Ladies' Mercury" li Londonê hat weşandin. 
 
2015: Platforma Kedê ya Jinê, li dijî pêşnûmeya di çarçoveya Bernameya Parastina Serjimara Dînamîk û Malbatê de sewqî meclîsê hat kirin, ji bo bisekine û daxwazên xwe biqêrin meş li dar xist. 
 
2016: JINHA hêjayî Xelatên Piştevavaniyê û Hunerê, Çapemeniyê ya Mafên Gelan a 6'emîn hat dîtin. 
 
2016: Cenazeyê Hulya Aksoy (Nujiyan) ya li Cizîrê hat qetilkirin û di encama tevliheviyê de li Gogsîyê hatibû veşartin li Kerboranê hat oxirkirin. 
 
2019: Jinên femînîst ên Tirkiyeyî di roja 1120'yemîn a greva birçîbûnê de çûn serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.