26'ê Sibata 2019'an: Dayikên Aştiyê hatin xelatkirin

  • 09:01 26 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Komeleya Nivîskarên PENa Tirkiyeyê Xelata Duygu Asena da Dayikên Şemiyê.
 
Komeleya Nivîskarên PENa Tirkiyeyê ragihand ku Xelata Duygu Asena da Dayikên Şemiyê. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2015: Ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Tûrizma Şaredariya Mezin a Mêrdînê belgefilmê li ser jiyana Dayika Berfo (Berfo Kirbayir) a 106 salî jiyana xwe ji dest da û bûbû sembola malbatên windayî hat pêşandan. 
 
2015: Bernameya 4'emîn Meşa Jinên Cîhanê  (DKY) a bi dirûşma "Em ji bo xwe, keda xwe û axa xwe dimeşin" li Nisêbînê starta xwe da hat eşkerekirin. 
 
2016: Sultan Seçik a bi nasnemeya jina sosyalîst bi salane têkoşîn da li nexweşxaneya tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
 
2018: Li Îspanyayê konfederasyonên sendîkayê û rêxistinên jinan di 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de bi gotina "Jiyanê bide sekinandin" li tevahiya welêt banga grevê kir. 
 
2021: "Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" ku her sal ji aliyê Odeya Tabîban a Amedê ve tê dayîn, dan Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn.
 
2021: Amed Tabip Odası’nın her yıl düzenlediği  “Barış, Dostluk ve Demokrasi Ödülü”  2021 yılında, İnsan Hakları Derneği (İHD)  Eş Genel Başkanı Eren Keskin’e verildi.