25'ê Sibata 2016'an: Cenazeyê Berjîn Demirkaya hat teşhîskirin

  • 09:01 25 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Cenazeyê Berjîn Demirkaya ya endama KJA'yê ya di jêrzemînên Cizîrê bi şewitandinê hat qetilkirin hat teşhîskirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro rû dane wiha ne:
 
1806: Helbestkar û Nivîskara ABD'yî Emma Catherine Embury, di 25'ê Sibata 1806'an de ji dayik bû. Bi navê mahlas Lante fêdeya wê gihaşt gelek weşanan û li ABD'yê di nava rêza pêşengên wêjeya jinê de cihê xwe digire. Gelek helbest û çîrok nivîsandiye. Hinek mînakên ji van pirtûkana wiha ne, “The Blind Girl and Other Tales” , “Glimpses of Home Life”, “Pictures of Early Life”, “Nature's Gems ya jî American Wild Flowers”, “The Waldorf Family” û “Brittany”. 
 
2019: Kongreya Star, ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda Îmraliyê 110 rojî di greva birçîbûnê de ma name şand. 
 
2020: Dayika girtiyan Cevahir Aktan a li Nisêbîna Mêrdînê dima, jiyana xwe ji dest da. 
 
2023: Keça damezrînerê Komara Kurd a Mahabadê Qazi Muhammed Suheyla Qazî jiyana xwe ji dest da.