24'ê Sibata 1920'î: Nancy bû yekem jina ku li Kamaraya Avamê rûnişt

  • 09:01 24 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Siyasetmedara Îngilizî Nancy Witcher Langhome Astor, di 1919'an de li Îngilistanê wekî parlamenter hat hilbijartin û bû yekem jina ku li Kamaraya Avamê rûnişt. Nancy, di 24'ê Sibata 1920'î de bi axaftina yekem a kir wiha got:"Divê hûn ji bîr nekin ku niha mafê bikaranîna dengê jinê heye û em dixwazin vî mafî bi awayekî aqilane bi kar bînin."
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1874: Klara Kalnina di 24’ê Sibata 1874’an de li Rûsyayê hat dinê. Sala 1890’î li dibistana Jelgavayê çar salan xwend. Ji bo bidestxistina mafê jinan ên civakî û hilbijartinê têkoşîn daye. Piştî Şoreşa Cotmehê sala 1920’î di Meclîsa Zagonsaz a Letonyayê de hatî hilbijartin û bû yek ji pênc jinên hatî hilbijartin. 
 
1986: Rukmini Devi Arundale, ajalparêz, reqsvan di dîroka Hindîstanê de cara yekem jinek wekî namzeta endamtiya Rajya Sabhayê hat nîşandan. Rûkmînî ji bo avakirina kevneşopiya çanda Hîndistanê û keda destan her tim di nava xebatan de bû. 35 sal beriya niha Rukmini jiyana xwe ji dest ta. 
 
1920: Siyasetmedara Îngîlizî Nancy Witcher Langhome Astor, di sala 1919'an de li Îngilistanê wekî parlamenter hat bijartin. Di Kamaraya Avamê de cara yekem jinek bi cih bû. Nancy di 24'ê Sibata 1920’î de axivî û bal kişand ser mafê bikaranîna dengdayînê ya jinan.
 
1956: Teorîsyen û fîlozofa Emerîkî Judith Pamela Butler, 65 sal beriya niha hat dinê. Judith, li Zanîngeha Calîfornîayê ya Berkeleyê mamostetî kir. Her wiha seroka Hannah Arendtê bû. Judith, di pirtûkên xwe de bal kişand ser têgehên zayenda civakî û teoriya performansa zayenda civakî pêş xist. Ev teorî li ser femînist û zanyariya queerê bandoreke mezin hişt. 
 
2009: Komîsyona Karkerên Jin ên DÎSK'î di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çûn serdana karkerên Sinterê. Di 22'yê Kanûna 2008’an de ji ber ku di Yekîtiya Metal-Îş'ê de bi cih bûne 380 karkerên Sinterê ji kar hatin dûrxistin û 17 mehan li ber fabrîkayê li ber xwe dan. Piştî 4 sal şûnde karkeran mafê xwe bi dest xistin û carek din vegeriyan ser karê xwe. Komîsyona Karkerên Jin ên DÎSK'î di 24'ê Sibata 2009’an de ji bo piştevaniyê çûn serdana karkerên Sinterê. 
 
2020: Zanyar Creola Katherine Johnson, di hesibandina mekanîkê ya rêgehê de serkeftî û navdar bû. Matematîkzan Creola ji bo wezîfeya xwe pêk bîne bû pêşenga bikaranîna kompîtûrê. Zanyar Creola li NASA’yê wekî jinek yekem a Efrîkayî û Emerîkî xebitî. Creola salekê beriya niha jiyana xwe ji dest da.