23'yê Sibata 2013'yan: Dayika Berfo hat definkirin

  • 09:01 23 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Dayika Berfo ya Dayikên Şemiyê ew oxir kirin li navçeya Semsûrê li Goleyê hat definkirin. Dayika Berfo 33 salî li kurê xwe Cemil Kirbayir ê hat windakirin geriya. Dayika Berfo dema jiyana xwe ji dest da 105 salî bû. Di merasîma oxirkirina li Qada Galatasarayê de ji xeynî malbatên Dayikên Şemiyê, gelek hunermend û siyasetmedar hebûn. Serokkomar Tayyip Erdogan ji Dayika Berfo re gotibû ez ê aqubeta lawê te diyar bikim lê ji wê rojê şûnde ne lê geriyabû ne jî lê pirsî bû. Dostên Dayika Berfo ew oxir kirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1868: Yekem derhênera jin a Siwêdê  Anna Maria Viktoria Hofman-Uddgren ji dayik bû. Anna aktris, stranbêja kabare, eywana muzikê û hunermenda revu û derhênera filîm bû. 
 
1904: Parêzvana jiyana xwezayî, nivîskar Helen Nearing, ji dayik bû. Helenê bi hevjînê xwe re dev ji jiyana bajêr berda û cotkariya ekolojîk kir. Helenê pirtûkên parastina jiyana xwezayî dike nivîsand. 
 
1939: Bette Davis oskara lîstikvana jin a herî baş girt. 
 
2001: Dadgeha Sûcê Şer a Navneteweyî Lahey cara ewil tecawiz wekî sûcê li dijî mirovatiyê nirxand û ji bo sê fermandarên Sirp cezayê girtîgehê yê giran hat dayin. 
 
2007: Ji bo sê jinên li Iraqê derbarê wan de biryara kuştinê hat dayin de çalakiya "Li Iraqê li dijî dagirkeriyê jin" li dar xistin. 
 
2013: Dayika Berfo ya Dayikên Şemiyê ew oxir kirin li navçeya Semsûrê li Goleyê hat definkirin. Dayika Berfo 33 salî li kurê xwe Cemil Kirbayir ê hat windakirin geriya. Dayika Berfo dema jiyana xwe ji dest da 105 salî bû. Di merasîma oxirkirina li Qada Galatasarayê de ji xeynî malbatên Dayikên Şemiyê, gelek hunermend û siyasetmedar hebûn. Serokkomar Tayyip Erdogan ji Dayika Berfo re gotibû ez ê aqubeta lawê te diyar bikim lê ji wê rojê şûnde ne lê geriyabû ne jî lê pirsî bû. Dostên Dayika Berfo ew oxir kirin. 
 
2014: Bi feyzgirtina têkoşîna jinên ji tecawiz û îşkenceya girseyî ya di 23'yê Sibata 1991'ê de li gundên Kunan û Poshpora pêk hat rizgar bûn 23'yê Sibatê wekî Roja Serîhildana Jinên Keşmîrê tê bibîranîn. 
 
2014: Endamên MYK'ê û nûnerên herêmê yên ÎHD'ê daxwazên xwe yên derbarê pêvajoya çareseriyê de rêz kirin û xwestin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe, meseleya kurd li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin, TBMM tevlî pêvajoyê bibe, gavên wê bên avêtin xwe bispêre bingeheke zagonî, operasyonên siyasî û leşkerî bên bidawîkirin, mevzuata antîdemokratîk bê guhertin, dawî li sepanên leşkerî û mîlîtarîst bê anîn. 
 
2016: Li Strasburgê di 23'yê Sibata 2016'an de ji ber CPT'yê ber bi AÎHM'ê ve hat meşandin û hat xwestin li dijî komkujiyên li bajarên herêmê bê sekinandin. Jinan di çalakiya rûniştina li ber CPT'yê de bal kişandin ser komkujiyên li Sûrê piştî ragihandina qedexeya derketina derve pêk hatin.