22'yê Sibata 1943'yan: Endamên Rêxistina Gula Spî hatin înfazkirin

  • 09:01 22 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Avakara Rêxistina Gula Spî ya antîfaşîst Sophie School//Sofi Şool û birayê wê Hans û rêhevalê wê Christoph bi hev re ji aliyê Naziyan ve hatin înfazkirin.
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1855: Yekem bijîşka jin a Sirbî ya sosyalîst û femînîst Draginja Ljocic Miloševic/Draginya Lociic Miloseviç ji dayik bû. Draginja di 1'emîn şerê cîhanê û balkanan de wekî yekem bijîşka jin navê xwe li dîrokê nivîsand. Dr. Draginja di 1926'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1876: Nivîskar, edîtor, wergervan, muzîkjen, perwerdekar, aktivîsta siyasî  Zitkala-Ša/Zitkala Şaa ya ji Başûrê Emerîkayê hat cîhanê. Wekî aktivista herêmî ya herî bi bandor a sedsala 20'emîn hat qebûlkirin. Zitkala di 1938’an de jiyana xwe ji dest da. 
  
1995: 1'emîn Komcivîna Jinê ya KESK'ê li dar xistibû bi encam bû. Di komxebata 2 rojî dewam kir de rêxistinbûyin û têkoşîna jinê hat nîqaşkirin. Bi taybet têkildarî mijara lêgerîna tazî û kontrola bekaretê ya jinên sendîkayî nîqaş hatin meşandin û hat gotin divê li dijî vê yekê bertekên tund bên nîşandan. 
 
2006: 24 Dayikên Aştiyê yên şerdên girtîgehê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo şermezar bikin çalakiya rûniştinê pêk anîn 15 sal berê îro hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. 
 
2015: Bi banga Koma Pêşîgirtina Lezgîn a li dijî Cinayetên Jinê ji Qada Tunelê ya Stenbolê ber bi Qada Galatasarayê ve meş pêk hat. Di çalakiya ku gelek jin beşdar bûn de tevî navê jinên hatine qetilkirin pankarta "Raperîna me mezin dibe" hat hilgirtin. 
 
2016: Lijneya Karkerên Jin a bi dirûşma "Em di têkoşîna azadî û kedê de hene" û ji aliyê Komisyonên Jinê ya Kedkar-Karker hat rêxistinkirin, hat lidarxistin. 
 
2018: Li Îranê  Maryam Shariatmadari, ji bo ferzkirina girtinê ya bi zorê şermezar bike hilkişiya ser dîregê ceyranê û ji wir hat dehfkirin. Çalakgera lingê wê şikest kirin Girtîgeha Gharchakê ya nêzî Tehranê. Jinên ferzkirina girtinê, fuhuş şermezar kirin hatin girtin û bi qansî cezayê 10 salî yê girtîgehê hatin darizandin. 
 
2019: Jinên beşdarî raperîna Welatiyên li Cezayirê bûn daxuyanî dan û xwedî li mafên xwe derketin. Piştî daxuyanî hat dayin ku Abdulaziz Buteflika cara 5'emîn wekî serok hat hilbijartin şûnde welatiyên Cezayirê li dijî nelirêtiyê û dîktatortiyê derketin qadan. Jinên pêşengiya çalakiyê dikirin gotin " Me gelek carî ji bo hemû Cezayiriyan têkoşîn kir. Her carê ji me re gotin huş bin bila berê şoreş pêk were piştre hûn ê mafên xwe bigirin. Lê belê zagona malbatê ya jinê tune dihesibîne hîn li cihê xwe disekine. Bêyî jinê bêyî wekheviyê demokrasî pêk nayê."