21'ê Sibata 2013'yan: Dayika Berfo koça dawî kir

  • 09:01 21 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Berfo Kirbayir (Dayê Berfo) ku bi têkoşîna xwe ya ji bo dîtina kurê xwe yê piştî Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî bi rojekê hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin tê nasîn di 21'ê Sibata 2013'an de jiyana xwe ji dest da. Dayika Berfo di sala 1907'an de li navçeya Gole ya Erdexanê hatiye dinê û yek ji Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê bi çalakiya li dar dixistin li hestiyên zarokên xwe digeriyan bû.
 
Hin bûyerên ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1933: Stranbêja Emerîkî, nivîskar û parêstvana mafên mirovan Eunîce Kathleen Waymon ku bi navê Nîna Sîmone tê zanîn, di 21'ê Sibata 1933'yan de li DYA'yê li eyaleta Carolînayê hat dinê. Eunîce û malabata xwe ji ber zetên nîjadperest û pirsgirêkên aborî barkiribûn Phîladelphîayê. Eunîce li wê dest bi stranbêjiyê kiriye. Nîna ya ku li dijî nîjadperestî û binpêkirina mafan û şer derket û DYA'yê şermezar kir derbasî Ewropayê bûye û piştî li gelek welatên Ewropayê digere li Fransayê bi cih bûye. Nîna ji ber ku şerê 1978'an ê li dijî Vîetnamê şermezar bike bac neda û hat girtin. Nîna li ser daxwaza temaşevanên xwe di 2001'ê de bi konsera xwe ya bi navê Carnegîe Hall careke din li DYA'yê hatiye dîtin. 
 
2015: Li Afrîkayê bi têkoşîna parlamenter Jessîe Kablîwa ya li dijî zewaca zarokan a di temenê 15 salî de qanûn hat guhertin û temenê zewaca zarokên keç derket 18 salan. 
 
2016: Li herêma Dalama ya Swîsereyê li bajarê Gavle jinên kurd, têkoşîna xwe ya ku di bin banê Meclisa Demokratîk a Jinên Kurd de wekî komîsyonekê didan derxistin asteke bilindtir û Komuna bi navê Gavleborg Warşîn a Jinan îlan kirin. Gelek jin tevli çalakiya ku ji bo îlankirina komunê hat lidarxistin bûn.
 
2018: Platforma Jinan a Axtamarayê, li avahiya KESK'ê ya Wanê bi civîna çapemeniyê ku li dar xist damezrandina xwe ragihand.