20'ê Sibata 2016'an: Jin li Amedê hatin gel hevdu

  • 09:01 20 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Bi pêşengiya KESK'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan jinên li Amedê kom bûn bi serenavê "Jin bang li jinan dikin" li ber Şaredariya Bajarê Amedê ya Mezin forum li dar xistin. Malbatên ji bo zarokên xwe yên li Sûrê hatin qetilkirin di nobetê de bûn jî beşdarî forumê bûn.
 
Geşedanên din ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
1992: Mor Çatiyê li ber Qereqola Polîsan a Şişliyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de jinan banga piştevaniya jinên bi tundiya mêr û polîsan rû bi rû dimînin kirin.  
 
2015: Platforma Jinê ya Bila Tundî bi Dawî bibe ji Komisyona Lêkolîna Sedemên Tundiya li ser Jinê re metnek daxwazên xwe nivîsandibûn şandin. Di metnê de hat gotin ji bo xebatên ji bo jinan baş bê kirin ew ê têkoşîn bidome.
 
2016: Bi pêşengiya KESK'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan jinên li Amedê kom bûn bi serenava "Jin bang li jinan dikin" li ber Şaredariya Bajarê Amedê ya Mezin forum li dar xistin. Malbatên ji bo zarokên xwe yên li Sûrê hatin qetilkirin di nobetê de bûn jî beşdarî forumê bûn.
 
2016: Fatma Ateş a li Sûra Amedê dima tevî hemû êrişan mala xwe terk nekir û bi guleya hewanê hat qetilkirin. Zarok û hevjînê Fatmayê wê demê hatibû binçavkirin. Fatmayê bêyî beşdariya zarok û hevjînê xwe hat definkirin.