19’ê Sibata 1946’an: Aktivîsta sendikaya karkeran Karen Gay hat dinê

  • 09:01 19 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Aktîvîsta sendikaya Karekeran Karen Gay 75 sal berê îro hat dinê. Karen a ku li tesîseke Nunukleerê derbarê tendirustî û ewlehiyê de gumanên xwe anîn ziman, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
1946: Aktîvîsta sendikaya karekeran Karen Gay 75 sal berê îro hat dinê. Karan li tesîseke Nuklearê dixebitî.
  
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1841: Elfrîda Andree, ya li Orke dida, bestekar û rêvebira orkestrayê, di 1841’ê de hat dinê. Elfrîda ya ku di heman demê de aktivîst bû, di sala 1861’ê de li Stokolmê dest bi xebatê kir û di 1867’an de li Katedrala Gothenburgê dest bi lêdana orgê kir. 
 
1877: Wênesaz Gabrîele Munter, di 1877’an de hat dinê. Gabrîelle bi wênesaz bi Wassîly Kandinsky re xebitî û pê re jiyaye. 
 
1902: Nivîskar û çîroknûs  Kay Boyle, di 1902’yan de li DYA’yê hat dinê.  Kay di jiyana xwe de ji bo mafên mirovan têkoşîn da, xwest ku çekên kimyewî bên qedexekirin û Emerîka  ji Vîetnamê leşkerên xwe vekişîne. 
 
1963: Nivîskar û aktivîst Betty Frîendn ji ber ku li DYA’yê bi pirtûka di 19’ê  Sibata 1963’yan a bi navê “ The Femînîne Mystîqûe” nivîsî piştgirî da feminîzmê eleqeyeke mezin dît.