18'ê Sibata 1986'an: Nivîskar Tezer Ozlu ji dayik bû

  • 09:01 18 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nivîskar Tezer Ozlu ku di wêjeyê de berhemên giranbuha hiştiye, îro di sala 1986'an de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê koça dawî kir.
 
Nivîskar Tezer Ozlu di 10'ê Îlona 1943'an de li Kutahya Sîmavê hatiye dinê. Li Stenbolê çû Lîseya Keçan a Awûstûryayê, di 10 saliya xwe de tevî malbata xwe hat, lê mezûn nebû. Tezer di sala 1961ê de çûye derveyê welat û di salên 1962-1963'yan de bi otostopê Ewropayê geriyaye.Paşê Tezer pêşî li Enqereyê û paşê jî li Stenbolê bi cih dibe û ji ber nexweşiya xwe di navbera salên 1967-1972'yan de li nexweşxaneyên cuda yên Stenbolê li klînîkên derûnî yên cuda dimîne. Wî serpêhatiyên xwe yên ji zarokatiya xwe dest pê kirine û heyamên ku li klînîkê derbas kiriye di pirtûka xwe ya Şevên Sar ên Zaroktiyê de nivîsandiye.
 
Tezer a ku di sala 1973'yan de ji zewaca xwe ya duyemîn keça xwe Denîz anî dinê, çû Berlînê û ji wir jî çû Zurîha Swîsreyê. Tezer Ozlûyê ku di 18'ê Sibata 1986'an de li Zurîhê ji ber pençeşêra pêsîrê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Aşiyan a Stenbolê xatir ji rêwîtiya xwe ya dawî xwest. Tezer her çiqas hindik berhem nivîsandibe jî bi van berheman şopeke kûr di dîroka wêjeyê de hişt...
 
Hinek bûyerên girîng ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
1934: Helbestkar, femînîst şervan Audre Lorde  ji dayik bû. 
 
1855: Femînîst û nivîskara Elman Marie Stritt a di tevgera bikaranîna dengê jinê ya Elmanyayê de xwedî hêzek bû di 18'ê Sibata 1855'an de  ji dayik dibe. Marie Stritt a lidijî fuhuşê şer kir û ji bo guhertina zagonên devjihevberdanê xebitiye di 16'ê Îlona 1928'an de li Dresdena Elmanyayê jiyana xwe ji dest dide. 
 
1990: Ji her aliyên Tirkiyeyê jinan li dijî biryara Dadgeha Destûrî dengê xwe bilind kirin.   
 
2016: Jinên KESK'î ji bo balê bikşînin ser komkujiyên li ser jinan û polîtîkayên şer ên li Bakur daxuyaniya çapemeniyê dan û nobeta saetekê girtin. 
 
2018: Jinên bi dirûşma "Em ê bi hêza xwe biguherin û têkoşîna xwe mezin bikin" hatin gel hevdu "Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê" deklere kirin. Di çalakiyê de endama PMa HDP'ê Serpîl Kemalbay a piştgirî dabû projeya Kirkyamayê û di bin çavan de bû hat silavkirin. 
 
2021: Pirtûka bi navê Keçên Kobanê: Çîroka raperîn, wêrekî û edaletê a nivîskara Emerîkayî Gayle Tzemach Lemmon derket.