17'ê Sibata 1993'yan: Ji bo guhertina Qanûna Medenî 100 hezar îmze gihaşt meclîsê

  • 09:01 17 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di 67'emîn qebûlkirina Qanûna Medenî de ji bo guhertina zagonên li dijî jinan 100 hezar îmze bi hatina 150 jinî ya ji 3 bajarên mezin pêşkeşî meclîsê hat kirin. Saziyên jinan îmze ji bo 4 mehî kom kiribûn. Di metna îmzeyê de hat xwestin pêşnûmaya Qanûna Medenî ya ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Pirsgirêkên Jinan a Zanîngeha Stenbolê hatibû amadekirin bê nîqaşkirin û qebûlkirin. Serokê TBMM'ê Husamettin Cindoruk îmzeyên hatin meclîsê teslîm girt û soza bicihanîna guhertinan da. 
 
Qanûna Medenî ya Tirk (TMK) a di 17'ê Sibata 1926'an de hat qebûlkirin û heta 2001'ê derbasdar bû di encama têkoşîna 50 salî de hat guhertin. 
 
Li gor qanûna berê peywir û mafê jinê ya di malbatê de li gor hevjînê wê dihatin pênasekirin û feraseteke jinê di hundur malbatê de wekî zagonî di bin bandora mêr de bû. Qanûna Medenî ya nû di warê rola jinê ya di malbatê de bû sedema nêrîneke nû û malbat wekî wekheviya di navbera jin û mêr de pênase kir. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro rû dane wiha ne:
 
1926: Medeniya Turk Kanun-i hat qebûlkirin. 
 
2019: Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi dirûşma "Jiyana azad bi jina azad pêkan e" konferans li dar xist. 
 
2020: Rêxistinên jinan, partiyên siyasî, komele û jinên endamên sendîkayan ên li Bornovayê ji bo têkoşîna ked û demokrasiyê ya hevpar Platforma Jinê ya Bornovayê ava kirin. 
 
2020: Taximê Futbolê yê Jinê yê Chelsea ji bo zêdekirina performansê û kêmkirina rêjeya birîndaran bernemaya xwe ya antremanan li gor rojên regilê yên jinan bi rê ve birin. Bi vî warî de bû kuluba yekem a futbolê.