16'ê Sibata 2020'î: Komeleya Jinên Ciwan a Kaktus hat vekirin

  • 09:01 16 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Kadikoya Stenbolê Komeleya Jinên Ciwan a Kaktus hat vekirin. Bi tevlîbûna gelek jinan bi şahiyekê komele hat vekirin. 
 
1937: Fabrîkaya puroyê ya Detroîtê ya eyaleta Michingana Amerîkayê, bi pêşengiya jinên Polanyayî çalakiyek hat lidarxistin. Di sala 1913’yan de 3 hezar 896 jin û 302 mêr di fabrîkayê de dixebitin. Li fabrîkayê di nava şert û mercên herî ne baş de jin bi mûçeya herî kêm dixebitin. Her wiha bi şîdeta fizîki û derûnî, bi şîdeta zayendî re rûbirû diman. Ligel kêmkirina ji sedî 35 û 50'î mûçeya karkeran, ji jinan çêkirina puroyên luks ferz kirin, lê jinan jî daxwaza zêdekirina mûçeyan kirin. Piştî 5 roj şûnde daxwazên wan nehat qebûlkirin û karkeran dest bi berxwedana mafê xwe kirin. Di 16'ê Sibata 1937’an de jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Fabrîkayên din ên tûtinê jî karkerên jin dest bi meşê kirin. 
 
2020: Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK), 16'emîn lijneya xwe ya giştî pêk anî û Arzu Çerkezoglu, bi 310 dengên delegeyan carek din seroka giştî hat bijartin. 
 
2020: Li Kadikoya Stenbolê Komeleya Jinên Ciwan a Kaktus hat vekirin. Bi tevlîbûna gelek jinan bi şahiyekê komele hat vekirin.