15'ê Sibata 1999'an: Li hemberî Abdullah Ocalan komplo

  • 09:01 15 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girava Îmraliyê de tê girtin û tecrîda giran a li ser wî didome. 
 
Hinek geşdanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1850: Sophie Willock a Ji Anglo-Îrlandayê ya matematîkvan, perwerdekar, femînîst, aktivîst di 15'ê Sibata 1850'î de hat cîhanê. Sophie ya bi siyaseta Îrlandayê mijûl dibû li ser dîrok û hiqûqa berê ya Îrlandayê nivîs nivîsandiye. Di heman demê de di 1914'an de dibe seroka Civaka Wêjeya Neteweyî ya Îrlandayê. Di heman demê de jî mafê hilbijartinê yê jinê diparêze.
 
1879: Di encama têkoşîna jinan de Serokê ABD'ê  Rutherford B. Hayes, pêşnûmaqanûna ku destûrê bide nîqaşkirina dozên li ber Dadgeha Bilind a ABD'ê ya jinê, îmze kir. 
 
1910: Pispora xizmeta civakî û mirovî ya Polonyayî İrena Sendlerowa 111 sal berê îro hat cîhanê. Îrena zarokên Yahûdî ji Gettosuna Varşovayê revand û ji wan re nasnameyên sixte çêkir. Ev zarok ji Holokostê rizgar kir. 
 
1923: Aktivîsta Mafên Mirovan  Yelena Georgievna Bonner a li Yekîtiya Sovyetan a Berê îro ji dayik bû. Yelena bi durustiya xwe dihat naskirin. Partiya Kominist a Komunist a Ermenî û Sovyet a Ermenî ava kir. Ji serê sala 1940'î şûnde alîkariya girtiyên siyasî û malbatên wan kir. 
 
1998: Martha Ellis Gellhorn a ku yek ji mezintirîn nûçegîhan şer a sedsala 20'emîn dihat qebûlkirin û di heman demê de hem romanûs hem rojnameger hem jî nivîskara gerê bû hema hema hemû pevçûnên li cîhanê ragihand. Di 1998'an de îro dawî li jiyana xwe anî. Xelata Martha Gellhorn a rojnemgeriyê navê wê hildigire. 
 
2018: Li Amedê di 23'yê Kanûna 2017'an de piştî ku jinan hevdîtina "Jinên kurd pêvajoyê dinirxînin" kirin jinan di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de deklerasyona "Platforma Yekitiya Jinên Kurd" dan. 
 
2018: Sacide Çekmecî ya yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Samatyayê ya ku tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sacideya parêzvana gelan li Geliboluya Çanakkaleyê hat definkirin. 
 
2020: Hunermend Bêrîvan Alp a li Stockholma Swêdê tedawiya pençeşêrê didît jiyana xwe ji dest da. Bêrîvanê heta dawiya jiyana xwe hewil da ku çanda kurdan û awaza kurdî bide jiyîn. 
 
2022: Dayika Bêrîvan Cîzîrî ya ji Neweroza Cizîrê ya 1992'yan re pêşengtî kir Kadriye Êrîşen di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.