14'ê Sibata 2012'yan: Milyarek jin rabûn ser piyan

  • 09:01 14 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li tevahiya cîhanê bi dirûşma "Milyarek radibe ser piyan//One Bîllîon Rising",  jin rabûn ser piyan û bi dansa ku kirin şîdeta li li wan tê kirin şermezar kirin. Çalakî di tevahiya cîhanê de wekî çalakiya ku herî zêde kes tevli bûne tê pênasekirin. Li tevahiya cîhanê milyareke jin di 14'ê Sibatê de Roja Hezkiriyan de di heman demê de li dijî şîdetê serî hildan. Çalakiya jinan di salên piştî wê salê de jî berdewam kir. 
 
2010: Di 14'ê Sibatê de jinan bi pankarta "Hezkirina mêran, her roj dibe sedema kuştina jinan" ji Taksîmê heta Qada Galatasaraya Stenbola Tirkiyeyê meşek organîzekirin. Cara yekem komek jin li dijî "Roja hezkiriyan" meşek li dar xist. 
 
2018: Çalakiya jinên Îranî ya li dijî sergirêdanê ji jinên Tirkiyeyî jî piştgirî dît û demek dirêj berdewam kir. Jinên Tirkiyeyî bi çalakiyên xwe xwestin 29 jinên ku li Îranê hatine girtin serbest bên berdan.  
 
2021: Di navbera salên 2016-2020'î de 13 jinên kedkar ên Kooperatîfa Jinan a Fîlmmorê dixebitin, bang kirin ku bi cudakarî û şîdetê re rûbirû mane. Piştî 4 rojan Fîlmmor ragihand ku dawî bi karê xwe anîne.