12'yê Sibata 1983'yan: Jin li Pakîstanê li dijî newekheviya darazê meşiyan

  • 09:01 12 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Li Pakistanê parêzer û aktîvistên mafên jinan li ber dadgehê kom bûn li dijî newekheviya darazê û dîktadoriya leşkerî meşiyan. Polîsan êrişê meşa jinan kir. Piştî çalakiya jinan êdî qanûnên zayendparêz neketin meriyete. 
 
200 aktîvîstên jin, li ber dadgehê li dijî qanûna Kanit a ku îfadeyên du jina wekî ya mêrekî dibîne hatin gel hev. Jinan xwestin li dijî vê bê edaletiyê bimeşin Dadgeha Bilind a Lahorê, lê ji aliyê polisna ve hatin astengkirin ü bi gaza isot û copan êrîşî wan kir. Ev êrîşa yekem a li Pakistanê li hemberî jinan hat kirin e. 
 
Şermezarkirina 12'ê Sibatê li dijî xespkirina mafên jinan a bi rêya ol bü. Di encama çalakiyên jinan de qanûn neket meriyet. Ji wê rojê ve 12'ê Sibatê li Pakistanê wekî Roja Netweyî ya jinan tê pêşwazîkirin.
 
Hin bûyerên din ên ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1870: Li Utah a eyaleta Amerîkayê qanûna nasandina bikaranîna mafê dengdayîna jinan hat qebûlkirin. Li gorî qanûnê jinên 21 salî û jortir dikarin deng bidin. Seraph Young bû jina yekem a Amerîkî ya ku deng bikar anî. Her wiha vê rojê 24 jin di hilbijartina herêmî de dengên xwe bikaranîn. 
 
2015: Bi hezaran jinên ku got em "Ne li aliyê mirinê li aliyê jiyanê ne" ji bo aştiyê îmze dan û gihîştin  hejmara ku armanc dikirin a 10 hezar îmze. Îroj jî jinên ku aştiyê dixwazin, li ser Kolana Yukselê ya Enqerê hatin gel hev û daxuyanî dan çapemeniyê.
 
2017: Dîroknasa hunerê ya amerîkî û arkeolog Anna Marguerite McCann îro jiyana xwe ji dest da Di sala 1960’ê de der barê lêkolîna erkeolojiya di binê avê de bi ser ket. Li Amerîkayê yek jin bû ku di vê helê de bi ser ket. Derbarê hunera Roma û arkeolojiya klasîk de nîvis nivîsand. Hîn zanîngehê Amerîkayê de dersên dîroka hunerê û arkeolojiyê da. Di sala 1998’an de Xelata Madalyaya Zerîn girt. 
 
2019: Di şerê Vîetnamê de wêneya Kim Phuc Phan Pî bi navê “Keça Napalmê" Xelata Pulîzer ê girtibû. Kim Phuc Phan Pî jî layiqê Xelata Aştiyê ya Dresdenê hat dîtin. 
 
2019: Li Meksîkayê 152 wezîfedarên olî ji ber êrişa zayendî ya li hemberî zarokan ji kar hatin dûrxistin. Hinek ji wan hatin girtin û hinek ji wan jî ji kar hatin