11'ê Sibata 2015'an: Ozgecan Aslan hat qetilkirin

  • 09:01 11 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Mêrê ku li Navçeya Tersûsê ya Mêrsînê tecawizî xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan kir piştre ew şewitand û qetil kir. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1963: Sylvia Plath a di bin zextan de hestên xwe ji 8 saliya xwe şûnde bi helbestan û nivîsên xwe anî ziman ji nûnera helbesta razan derdixe pêş e. Nivîskar û helbestkar Sylvia di 27'ê Cotmeha 1932'yan de li Bostona eyaleta Massachusetts a ABD'ê ji dayik dibe. Sylviaya helbesta xwe ya yekem di 8 saliya xwe de dinivîse emrê wê bi têkoşîna li dijî manik-depresifê derbas dibe. 
 
Sylviaya bi bursa ku qezenc dike diçe Zanîngeha Cambridgeyê û xebatên xwe li vir didomîne. Sylviaya bi Helbestkarê Îngiliz  Ted Hughes dizewice lê Ted Hugher tundiya sîstematîk lê dike. Piştî zewaca xwe bi dawî dike şûnde bi pitika xwe li Londarayê dimîne. Sylvia di 11'ê Sibata 1963'an de dawî li jiyana xwe tîne. 
 
1989: Dawiya Hefteyê ya Femînîst a di 11-12'ê Sibata 1989'an de li Enqereyê pêk hat ji bo tevgera femînîst a Tirkiyeyê girîng bû. Dora 85 jinên beşdarî Dawiya Hefteyê ya Femînîst bûn li Lokala Ormancilar hatin gel hevdu. Jinan mijarên bingehîn ên nîqaşên ji bo femînîzmê rû bi rû nîqaş kirin. 
 
2015: Li Navçeya Tersûsa Mêrsînê xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan a 19 salî dema li wesayetê siwar dibe û dike biçe mala xwe di wesayetê de êrişa zayendî lê tê kirin. Piştî êrişa zayendî Ozgecanê tê şewitandin û qetilkirin. Cenazeyê Ozgecanê di 13'ê Sibata 2015'an de li Çemê Cinê yê Gundê Çamalana li ser rêya Enqereyê ya Tersûsê hat dîtin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê bi hezaran jin derketin qadan. Ji bo 3 mêrên Ozgecan qetil kirin cezayê muebbetê yê daxistî hat birîn.
 
2015: Ji aliyê Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Sûra Amedê vekirina Navenda Çandê ya Jinên Ciwan a Sûrê ya Kader Ortakaya hat kirin. Navend bi armanca "Ji bo jin bikaribe xwe ji nû de pênase bike, li puxteya xwe vegere, li dijî sîstema kapîtalîst kesayetên xurt bidin gihandin, ji bo avakirina civakeke demokratîk " hat avakirin. 
 
2016: Li navçeya Hewengê atolyeya Jîneolojiyê hat avakirin. Atolye cara yekem ji aliyê Muduriyeta Polîtkayên Jinê ya Şaredariya Hewengê ve hat lidarxistin. Endamên Meclîsa Jinê, Muduriyeta Polîtikayên Jinê, xebatkarên beşên perwerde û aboriyê, jinên xebatkarên şaredariyê û jinên Hewengê beşdarî atolyeyê bûn. 
 
2019: Jinan bi nêzîkbûna 14'ê Sibatê li ser hesabê medyaya dîjîtal bi hastaga #14ŞubattaKadınlarSokaka çalakî li dar xistin. Jinan gotin ji bo em rêgeza eşqê ji nû de binivîsin banga em di 14'ê Sibatê de li kolanan e kirin.