10'ê Sibata 2018: Wênesaz Laura Freaume wêneyê Barîn Kobanê xêz kir

  • 09:01 10 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Wênesaza Firansizî Laura Freaume wêneyê Barîn Kobanê ya YPJ'yî ya bedena wê hat teşhîrkirin û îşkence li cenazeyê wê hat kirin xêz kir. Laura got:"Ji bo min xêzkirina Barîn Kobanê bîranîn û jiyandina wê ye. Xêzkirina gelê kurd ji bo min dibe îlham." Laurayê bi van gotinan wêneyê xêz kir li ser hesabê xwe yê twittirê parve kir. 
 
Gelek welatan bertek nîşanî teşhîrkirin û îşkcenya li bedena Barîn Kobanê dabûn. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1891: Yek ji matematîkvanên mezin Sofia Vasilyevna Kovalevskaya ya ji Moskovaya Rûsyayê û di 1850'î de ji dayik bû di 41 saliya xwe de îro jiyana xwe ji dest da. Ji warê analîz, denklemên diferansiyel û qadên wê yên mekanîk gelek xebat kirine. Li Bakurê Ewropayê yek jin e ku bûye profesor. Di heman demê de yek ji jinên ku di kovareke zanistê de edîtortî kiriye. 
 
1981: Serokatiya Koordînasyona Xizmetên Leşkerî ya Rêveberiya Awarte ya Kurmaya Giştî ji 5 hunermendan re banga "teslîm bibin" kir. Kesên bang li wan hatin kirin navên wan wiha ne:"Melike Demirag, Cem Karaca,  Sema Poyraz, Selda Bagcan û Şanar Yurdatapan." 
 
1992: Li Indianapolis a girêdayî eyaleta Indianayê ya ABD'ê di 1991'ê de boksor Mike Tyson tecawizî mankena bi navê Desiree Washington kir. Cezayê girtîgehê li Mike Tyson hat birîn. 
 
2015: Lijneya Wezaretê ji bo zewacê mecbûriyeta "Belgeya ehliyeta zewacê" ferz kir. Parlamenterê AKP'ê yê Stenbolê Îsmet Uçma yê endamê Komîsyona Lêkolînê ya Sedemên Tundiya li dijî Jinê ya di bin banê TBMM'ê de hatiye avakirin bi pêşniyarên xwe yên zayendperest hatibû rojevê û jinan bertek nîşanî vê yekê dabûn. 
 
2016: Endamên Kolektîfa Jinên Xwendekarên Zanîngehê li xeta metroya Enqereyê jinên hatin qetilkirin û jinên xweparastin kirin rave kirin. Jinan di metroyê de gotin:"Ez Ozgecan Aslan: Saleke berê ez îro hatim qetilkirin. Ez Nevîn Yildirim: Mêrê tecawizî min kir min ew qetil kir. Ez Çilem Dogan: Min xweparastin kir. Ez Munevver Karabulut: Hevalê min ên mêr ez qetil kirim." Jinan bi tilîlî û çepikan deng derxistin. Rêwiyan jî piştgirî dan çalakiya jinan. 
 
2016: Kolektîfa Jinên Xwendekarên Zanîngehê li Enqereyê li dijî fetwayên zayendperez û gotinên baviksalarî li ber Wezareta Karê Diyanetê çekem, mûçirk û hêk avêtin û diyanet şermezar kirin. 
 
2018: Posterên têkildarî têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafê dengdayinê li pêşangehekê hatin pêşandan. Pêşangeha cara yekem hat lidarxistin di çarçoveya 100'emîn salvegera Zagona Parastina Gel de hat lidarxistin.  
 
2020: Piştî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kes ji Serêkaniyê û Girê Spî koç bûn û Kampa Waşûkanî ya 12 kîlometre dûrî bakurê Hesekê hat avakirin. Bi hewldana Kongreya Starê, navendên Kongreya Star û Mala Jinê hatin avakirin.