9'ê Sibata 2002'yan: Du jinên Rojavayî agir berdan bedena xwe

  • 09:01 9 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ciwana-Fatma Mustafa û Dilar Sena yên Rojavayî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agir berdan bedena xwe. Çalakî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk hat. Her du jinan di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan.
 
Ciwana bi eslê xwe ji Kobanê, Dilar jî bi eslê xwe ji Derîkê bûn.
 
Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1826: Ruth Ke'elikolanî li Keanolani Kanahoahoayê hat dinê. Ji bo çanda Hawaii di nava têkoşînê de dû. Warîsa Kraliyeta Hawaiiyan bû. Heta emrê xwe ya dawiyê ji bo çanda Hawaiiyan li ber xwe da.
 
1944: Helbestvan, nivîskar û femînista Emerîkî Alice Walker hat dinê. Di nava malbatek xizan de hat dinê. Ji ber qezayekê di 8 saliya xwe de çavekî xwe winda kir. Di sala 1960'î de di nava tevgerên parastina mafên mirovan de cih girt. Bi Martin Luther King re xebitî. Gelek helbest û çîrok nivîsand. Di sala 2003’yan de li ber Qesra Spî ya Emerîkayê li dijî şer tevlî çalakiyan bû û hat girtin. Alice, bi pirtûka xwe ya 'Rengên Mor' xelata Pulîtzerê girt û her wiha pirtûk bi navê 'Solên bi mor' bû fîlm.
 
2009: Feminîst û parêstvana mafên mirovan a Pakistanî Tahîra Abdullah di çalakiya ji bo daraza xweser hat lidarxisitn de hat girtin.
 
2019: Jinên Maya yên li Guatemala dijîn ji bo Leyla Guven a ku wê demê di roja 94'an a greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bû, peyam şandin. Di peyama piştvaniyê de wiha hat gotin:"Têkoşîna te têkoşîna me ye jî. Em ji te re hêza xwe, zindîbûna xwe, coşa xwe û raperîna xwe dişînin."