8'ê Sibata 1850'î: Nivîskar Kate Chopin hat dinê

  • 09:01 8 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Kate Chopin li Amerîkayê hat dinê. Di akademiyek a katolikan a keçan de perwerde dîtiye. Di sala 1890’î de çîrokên xwe yên destpêkê di kovar û rojnameyan de diweşand. Romana wê ya destpêkê bi navê şiyarbûn heman salê derketiye. Nivîsê hem di aliyê derûnî de bîna wê fereh dikir û hem jî dahatek madî pê qezenc dikir. Bi hunera xwe ya nivîsê weke yek ji pêşengên feminizmê tê zanîn.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1870: Dibistana Keçikan a Dar-ul Muallîmat hat vekirin û 32 jinên ciwan bi ezmûnê mafê xwendinê girtin.
 
1876: Wênesaza Elmanî Paula Modersohn-Becker îro hat dinê. Paula bi taybetî bi wêneyên nû xêz dikir dihat nasîn. Di destpêka sedsala 20'î de endamek girîng a tevgera modernîzmê bû.
 
1911: Helbestvan Elizabeth Bishop di 8’ê Sibata 1911’an li bajarê Worcestera Amerîkayê hatiye dinê. Ji sala 1949’an heta 1950’î şêwirmendiya Helbestan a Kongreya Pirtûkan kiriye. Sala 1956’an ji ber serkeftina helbestên xwe Xelata Pulitzer û sala 1976’an jî Xelata Wêjeyê ya Navnetewiya Neustadt girtiye.
 
1926: Endama Partiya Komînist û hunermend Diamanto Kumbaki li Atina Pireya Yewnanîstanê hat dinê. Hêj di biçûktiya xwe de Partiya Komînist a Yewnanîstanê nas kir li dijî ewlekariya serdestan her tim di nava têkoşînê de bû. Di 17'ê tabaxa 1944'an de ji hêla hevkarên Naziyan ve li gundê Kokkinakiya Yewnanîstanê hat girtin û bi îşkenceyeke dijwar re rûbirû ma. Diamonta ji ber îşkenceyê di 18 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
 
1935: Di 5'ê Kanûna 1934'an de cara yekem 17 jin wek parlamenter di parlamentoya Tirkiyeyê de cih girt.  
 
1940: Siyasetmedar û civaknas ên Kongoyî Sophie Lihau-Kanza îro hat dinê. Her wiha Wezîrtiya Karê Civakî jî kir. Cara yekem li welatê xwe dibistana navîn xilas kir û zanîngeh qedand. Her wiha bû jina yekem ku li Komara Kongoya Demokratîk bû wezîfedarek. Her wiha Sophie di bin banê Neteweyên Yekbûyê (NY) de xebat da meşandin.
 
2004: Hunermenda Amerîkî û femînist Beyoncê 5 caran xelata Grammyê girt. Di koma Destiny’s Childe stran digot. Femîst Beyonce her tim ji bo serbixwebûna jinan û bi hêzbûna jinan stranan digot.
 
2015: Hunermed Muzeyyen Senar îro jiyana xwe ji dest da. Di sala 1918'an de li Kelesa Bursayê hat dinê. Di Radyoya Stenbolê de dest bi strangotinê kir. Muzeyen di salên 1933'yan de di Gazînoya 10'emîn a Belvuyê de stranên xwe got. Di sala 1998'an de wekî hunermanda dewletê hat hibijartin.
 
2015: Şaredariya Qoserê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) peymana Wekheviya di navbera jin û mêran a jiyana herêmî ya Ewropayê qebûl kir.
 
2016: Navenda Hevdîtina Civakî û Lêkolînê ya Jinan UTAMARA, li Elmanyayê kongreya xwe ya 10'emîn pêk anî.
 
2018: Kongreya Star ji bo Efrînê bangewazîya serîrakirinê kir.
 
2016: Kolektîfa Jinên Zanîngehî, li dijî gotinên zayendperest, paşverû, dijminatiya jinan dike yên AKP'ê vapura Kadikoyê ya li Stenbolê dagir kirin. 
 
2019: Li ser medyaya dijîtal bi hashtaga #Video8m bangewaziya greva jinan a enternasyonal a 8'ê Adarê hat kirin. Biryara grevê di 5'emîn Hevdîtina Jinan de bi tevlîbûna 500 jinî hatibû girtin.