7'ê Sibata 2016'an: Meclîsa Demokratîk a Jinên Elewî hat îlankirin

  • 09:01 7 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Hevserokên Dergehan û Komîsyonên Jinan ku li welatên cûr bi cûr ên Ewropayê di bin banê Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) de xebatên xwe dimeşandin, Meclîsa Demokratîk a Jinên Elewî îlan kirin.  
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1891: Ji avakara Komeleya Nivîskarên Rojava nivîskar û editora Emerîkayî Marie Louise Andrews îro jiyana xwe ji dest da. Tevî ku gelekî berhemên wê hebûn jî wekî pirtûk nehat weşandin û xebatên wê pir kêm hatin parastin. 
 
1971: Di 7'ê Sibatê de mêrên Swîsreyî, ji bo ku jin jî wekî wan ji mafên demokratîk sûdê bigirin çûn ser sendoqê û ji sedî 65,7'ê wan dengê 'erê' bi kar anî.
 
1998: Li Tirkiyeyê komên jinan ku Kampanya li Dijî Tundiya li Nav Malê bi rê ve dibirin, ji bo daxuyaniyên li du hev ên Wezîra Dewletê ya ji Jinan berpirs Işilay Saygin, şermezar bikin, di 7'ê Sibata 1998'an de roja şemiyê, li Qada Taksîmê ya Navçeya Beyogluya Stenbolê daxuyanî dan.
 
2015: Meclîsa Şaredariya Sêrtê, ji bo ku wekheviya zayendan di nava civakê de pêk bîne, şertê di Jiyana Xwecihî de Wekheviya Jin û Mêr a Ewropayê qebûl kir. 
 
2015: Meclisa Jinan a KJA'yê ya Navçeya Pendîkê, li taxa Kavakpinar damezrandina xwe îlan kir.