6'ê Sibata 2023'yan: Li Mereşê erdhej

  • 09:01 6 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 6’ê Sibata 2023'yan de navenda wan Mereş du erdhejên mezin çêbûn û bandor li ser 11 bajarî kir. Li gorî daneyên fermî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û bi 100 hezaran kes jî birîndar bûn. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1935: Nezihe û Şaziye bûn namzetên parlamenteriyê. Ji 1930'î şûnde bi hinek zagonan jin berê beşdarî hilbijartinên şaredariyan dawiyê jî beşdarî hilbijartinên keyatiyê bûn. Mafên hilbijartinê yên jinan ên ji bo parlamenteriyê jî di 5'ê Kanûna 1934'an de hat dayin. Nezihe Muhiddin û Şaziye Berrin bûn namzetên parlamenteriyê yên azad û di 6'ê Sibata 1935'an de hat eşkerekirin ku bûne namzet. Nezihe û Şaziye têkoşîneke bêhempa dan lê nehatin hilbijartin. 
 
2016: Bi dirûşma "Jina Azad Temînata Sûriyeke Demokratîk e" bi beşdariya 72 jinên Rojava û ji Sûriyeyê 1'emîn Konferansa Jinên Sûriyeyê pêk hat. Konseya Jinê ya Sûriyeya Azad hat avakirin. 
 
2019: Li ABD'ê rahibeyên beşdarî kampanyaya  “(MeToo) #ez jî” jinên destdirêjî li wan hatibûn kirin bûbûn ji Kovara Cîhana Dêrê re axivîn û diyar kirin ku ew ji aliyê rahîp û psîkoposan bi destdirêjiya zayendî rû bi rû mane. Piştre Vatîkanê jî daxuyanî da û ev gotin piştrast kir.