5'ê Sibata 1917'an: Parastvana mafê kontrola zayinê Margareta hat girtin

  • 09:01 5 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Margaret Sanger bi xwişka xwe Ethel Byrne re li Emerîkayê cara yekem klînîka kontrola zayînê vekir. Ji bo wê yekê 30 roj cezayê girtîgehê hat dayîn û Margaret şandin Girtîgeha Raymond Street Brooklynê. 
 
Perestar Margaret Sanger, li rojhilata New Yorkê li dijî mirina jin û zarokan a bi sedema zayîna bê kontrol dest bi xebatan kir. Ji bo Margaretê mafê jinê ya kontrola zayînî heye. Di sala 1914’an de kovara femînist a bi navê The Woman Rebel (Jinên Gewre) kovarek derxist. Di kovarê de peyvên "Kontrola zayînî" bi kar anî û ev tişt jî di dîrokê de cara yekem bû. Di sala 1916'an de bi xwişka xwe Ethel Byrne re li Emerîkayê cara yekem klînîka kontrola zayînî vekir. Piştî 9 rojan Margaret hat girtin û bi kefaletê serbest hat berdan. Margaret carek din li klînîkê dest bi xebatê kir. Dema ji 3 jinan re şêwirmendiya kontrola zayînê dikir hat girtin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2015: Nûçegihanên JINHA'yê Dîlan Karamanoglu û Aysel Işik dema li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê nûçe dişopand ji hêla polîsen taybet ve hatin gulebarankirin. 
 
2018: Şefa orkestrayê Marîn Alsopa Emerîkî, di rêveberiya Orkestraya Fenfonî ya Radyoya Viyanayê de cih girt. Cara yekem jinekê di rêveberiyê de cih girt.