3'yê Sibata 1821'ê: Bijîşk Elizabeht Blackwell hat dinê

  • 09:01 3 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Elizabeht Balckwel li Brîstola Îngilistanê hat dinê. Di 11 saliya xwe de bi malbata xwe re berê xwe da Emerîkayê. Her tim dixwest bibe bijîşk. Ev salên borî ji bo wî tiştî têkoşînek hewce bû. Li malê perwerdeya xwe domand û heta ku di sala 1847'an li Koleja Tib a Genevayê hat qebûlkirin. 
 
Di sala 1849'an de ji dibistanê mezûn bû û kesek bawer nedikir ku jinek bibe bijîşkek. Piştî mezûn bû li London û Parîsê xebitî û piştre berê xwe da New Yorkê û li vir klînîkek vekir. Di sala 1860'î de ji bo jinan dibistana tibê vekir. Di sala 1877'an de teqawit bû û berê xwe da Hastingse. Di 31'ê Gulana 1910'an de li mala xwe jiyana xwe ji dest da. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro rû dane wiha ne:
 
2016: Ji aliyê KJA û Hewldana Tevgera Jinê ya Ewropayê ve li Amedê Komxebata Medya û Jinê hat lidarxistin. Di dawiya komxebatê de jinan biryara "hevkariya bi çapemeniya azad re" girtin. 
 
2018: Li Efrînê Barîn Kobanê ya YPJ'yî ji hêla çeteyan ve bi awayekî hovane hat qetilkirin û bedena wê hat teşhirkirin. Piştî ku SOHR'ê bûyer aşkera kir bûyer di rojeva Guardian û Reutersê de cih girt. 
 
2019: Li bajarê Meksiko Cityê yê paytexta Meksikayê bi hezaran jinî li dijî hewldana destxistina ser a li metroyan çalakî li dar xistin û bang li hukumetê kir ku mudaxaleyê bike.