2'yê Sibata 2006'an: Viyan Soran çalakî pêk anî

  • 09:01 2 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Viyan Soran li dijî komploya navneteweyî, di 2'yê Sibata  2006'an de bedena xwe da ber agir û çalakî pêk anî. 
 
Viyan Soran, di 1981'ê de li Bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê hatiye dine, Viyan a ku navê wê yê rastîn Leyla Walî Hasan edi sala 1997'an de tevli PKK'ê bibû. Viyan piştî tevli PKK'ê bû di 2'yê Sibata 2006'an de li li Heftanînê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê û komploya li dijî gelê Kurd dihat xwestin bê pêşxistin bedena xwe da ber agir û çalakiya xwe pêk anî. Viyan berya ku çalakiya xwe pêk bîne di nameya ku ji Abdullah Ocalan re hişt de wiha gotibû, "Serokê min! sedema çalakiya min ew e ku ez komploya li dijî, te û gelê Kurd nikarin qebûl bikin û li dijî van pêkanînan serî radikim. Heta ku em yek jî bimînin em dizanin ku wê xeta te ya îdeolojîk û felsefî bi ser keve."
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1977: Iris Rivera li Illînoîsaya Amerîkayê li buroya hiqûqê wekê sekreter dixebitî. Ji ber ku li dijî servîskirina qehwê derket ji kar hat derxistin. Li dijî vê yekê bi navê "Women Employet" komek ava kir û li dijî newekheviya kar li Şikagoyê çalakiyek li darxistin. 50 jin di 2'yê sibatê de çûn nêzî buroya hiqûqê li vir derbarê çêkirina qehwê de perwerde dan parêzeran. Iris doz qezenç kir û carekdin vegeriya ser karê xwe. 
 
2018: Ji qada sînemayê 124 jin li dijî tacizê manifestoyek weşandin û diyar kirin ku taciza zayendî pirsgirêka pergalê ye. 
 
2018: Jinên li Îranê di meha kanûna 2017'an de li dijî desmalê bi navê "Çarşema Spî" li dar xistibûn û 29 jin di vê çalakiyê de hatin girtin. 
 
2020: Di hevdîtina Tevgera Jinên Azad (TJA) de Ayşe Gokkan weke berdevk hat hilbijartin. 
 
2023: Li Qamişloyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Herêma Cizrê bi dirûşma “Em ê bi ruhê ciwantiyê ya Viyan û Nûjan şerê azadiyê qezenç bikin" 3'yemîn konferansa xwe li dar xistin.