1'ê Sibata 2015'an: KJA hat damezrandin

  • 09:01 1 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Kongreya Jinên Azad (KJA) ku ji jinên kurd pêk dihat di 1'ê Sibata 2015'an de hat damezrandin.
 
Tevgera Jinên Azad (DOKH) xwe fesih kir û ji bo ku modeleke nû ya rêxistinkirinê pêk bîne piştî 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî ku li dar xist de Kongreya Jinên Azad (KJA) damezrand. Danezana fînalê ya kongreya ku bi beşdariya 501 delegeyan li Eywana Werzîşê ya Peyasê bi dirûşma "Ji bo neteweya demokratîk jin ber bi azadiyê ve dimeşin" hat lidarxistin, ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata ve hat xwendin. Di danezanê de wiha hat gotin: “DOKH’ê di Konferansa xwe ya 8’emîn de li ser esasê pêşxistina asta rêxistinbûyîna têkoşîna jinê ber bi qonaxeke sazîtir û bi pergaltir ve biryar da ku bibe kongre. Kongreya Damezirîner a li ser vê bingehê hatiye lidarxistin, wê ji niha û pê ve bi navê KJA (Kongreya Jinên Azad) doza azadiyê ya jinan mezin bike. 
 
KJA, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de, di 2016'an de hat girtin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1973: Hejmara yekemîn a Kovara EFFE ku yek ji kovara feminîst a girîng e li Îtalyayê hat weşandin.
 
2006: Endama Komîteya Avakar a PKK’ê û fermandara YJA STAR’ê Viyan Soran ji bo şermezarkirina dîlgirtin, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bedena xwe da ber agir û nemir bû.
 
2020: Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma “Em ji bo azadiya jinan hene. Em ji bo guhertinê radiwestin” û “Em jin ji bo azadiya xwe hene em li ser piya ne” bi beşdariya 700 delegeyên jin ên ji Tirkiye û bajarên herêmê hevdîtin pêk anî.