31'ê Çileya 1966'an: Li Enqerê mîtînga ÎKD'ê

  • 09:01 31 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Komeleya Jinên Pêşverû (ÎKD) li Enqereyê mîtinga "Bila kişandina êşa ewladan bi dawî bibe" li dar xist. 5 hezar jin beşdarî mîtîngê bûn. Mijara bingehîn a meşê nîşandana berteka li dijî qetilkirina ciwanan a ji aliyê faşîstan ve bû. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1820: Jina yekem ku zanîngeh xwendiye ya feminist Concepcîon Arenal li Galîçyayê di 31'ê çileya 1820'î de hat dinê. 
 
2015: Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) 1'emîn Kongeraya Jinan bi 501 delegeyan û bi tevlibûna jinên ji gelek deverên cîhanê  pêk anî. 
 
2016: Ji aliyê jinên li Şaredariya Gel a Hesekê dixebitîn ve li Taxa Salîhiyeyê Xwaringeha Jinên Rojavayê Kurdistanê hat vekirin. 
 
2016: Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BÎKG) di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi sernavê "Em ne li aliyê mirinê li aliyê jiyanê ne. Em mafê xwe yê aştî û heqîqetê diparêzin" li gel dorpêça polîsan bi tevlibûna bi hezaran jinan li Qada Îskelê ya Kadikoyê çalakî li dar xist.
 
2019: Ji aliyê Şaredariya Tufarayê ya Îtalyayê Nasnavê Hemwelatiya Rûmetê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayin. 
 
2020: Diyanet Bîr Sen'ê, ji bilî HDP'ê ji çar partiyên siyasî û ji serok komar re nameyek şand û Peymana Stenbolê ku yek ji destkeftiyên jina ye kir hedefa xwe.