28'ê Çileya 1935: Îzlanda bû welatê yekem ê kurtaj lê hat qedexekirin

  • 09:01 28 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 28'ê Çileya 1935'an de Îzlanda di warê qedexeya kurtajê de bû welatê yekem. Li Rojavayê Ewropayê gelek welatî Îzlanda ji xwe re mînak girt. 
 
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro qewimîne wiha ne:
 
1921: Di 1921'ê de şoreşger û komînîst Maria Suphi hat qetilkirin. 
 
2002: Nivîskar û weşanger Ayşe Nur Zarakolu jiyana xwe ji dest da. 
 
2014: Di zagona nû ya li Tunusê hat qebûlkirin de madeya parastina jinê ya li dijî tundiyê di makeqanûnê de cihê xwe girt. 
 
2015: Jinên ku gotin, "Kolan ne yên kesên destdirêjiyê dikin ên me ne" û LGBT'yan, li kolanên Kadikoyê meş pêk anîn.
 
2015: Kooperatîfa Jinan a Nisêbînê ji bo ku xwarinên çêdike bifiroşe kafeteryaya jinan a demokrasiyê vekir. 
  
2016: Komeleya Jinên Pêşverû, derbarê Şamîl Îgde yê ku bi anketa kir tecawiza xwe rewa kir de gilî kir.
 
2019: Parlamentera HDP'ê ya Mûşê ya berê Burcu Çelîk, ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 82'emîn de, dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
2020: Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku di nivîsa wê ya derbarê mafê bijartin û hilbijartinê yê jinan de di nivîsa xwe ya ku dabû Kovara Parlamentoyê de beşên derbarê Parlamenterên HDP'ê yên di girtîgehê de hatine sansurkirin. 
 
2021: Li Polonyayê piştî ku qanûna qedexeya kurtajê di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket meriyetê. Li dijî qanûnê bi hezaran jin bi pankarta "Ev tişt tê wateya şer" daketin qadan.