27'ê Çileya 1944'an: Aktîvîsta aştiyê Mairead Corrigan hat dinê

  • 09:01 27 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Aktîvîsta aştiyê ya Îrlandayî Maîread Corringan xwedî Xelata Nobelê, 77 sal beriya niha îro hat dinê. Mairead her tim ji bo aştiyê têkoşin da. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê îro de qewimîne wiha ne:
  
1964: Siyasetmedar Margaret Madeline Chase Smith, ji bo serokatiya Emerîkayê namzet hat nîşandan. Di dîroka Emerîkayê de cara yekem jinek ji bo serokatiyê namzet hat nîşandan. 
 
1991: Nadîna Strosen, bû seroka Yekitiya Azadiya Sivîlan a Emerîkayê (ACLU). 
 
1993: Li Fransayê bi qanûnê astengkirina kurtajê wek sûc hat nirxandin. 
 
2002: Bi jinên ji ÎHD, ODP û HADEP'ê bûn, gelek jinan li dijî girtîgehên Tîpa F'yê ji serokwezîrtiyê re qert şandin. 
 
2011: Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk de doz hat vekirin û 70 sal ceza hat xwestin. 
 
2013: Bi banga Mor Çatiyê komxebata ŞONIM'ê li Stenbolê hat lidarxistin. 
 
2014: Jinên li Amedê komkujiyên li ser jinan bi meşa ji aliyê  Tevgera Jinê ya Azad a Demokratîk (DOKH) ve hat lidarxistin şermezar kirin.
 
2016: Bi dirûşma "Bi jina azad re ber bi Sûriyeyeke Demokratîk ve" li Dirbêsîyê ya Kantona Cizîrê 2'yemîn Konferansa Yekitiya Star pêk hat. 
 
2017: Li Fransayê li dijî zewicandina bi zorê ji bo jinan cih hat veqetandin û biryarek wisa hat girtin. 
 
2019: Çalakiya kon a ku Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrikê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dar xistin bi dawî bû. 
 
2019: Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li çar navçeyan meşa bi meşale ya hemwext li dar xistin.