26'ê Çileya 2015'an: Kobanê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin

  • 09:01 26 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Berî îro bi 9 salan di pêşengiya YPJ-YPG'ê de têkoşîna ku li heberî DAIŞ'ê hat dayîn bi serkeftinê bi dawî bû.  Piştî serîhildana 4 mehan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê di 26'ê çileya 2015'an de rizgarkirina Kobanê hat îlankirin. Rola jinên şervan ên di berxwedana Kobanê de li cîhanê hêjayî pesindayinê hat dîtin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1892: Emerikayİya Afro ya yekem û yekem pîlota jin a Çermsor Bessie Coleman Atlanta li Teksasê ji dayik bû. 
 
1919: Li Polonyayê cara yekem 5 jin ji bo parlamentoyê hatin hilbijartin. Jinan salek berê mafê hilbijartinê bi dest xistibûn. 
 
1944: Şoreşgera jin a reşik a Emerikayî, fîlozof, humanîst û nivîskar  Angela Davis ji dayik bû. 
 
1977: Ji kovarên femînist ên Elmanyayê ya herî zêde tê zanîn û ji aliyê jinan ve dihat amadekirin û kovara siyasî ya bi tenê EMMA hat weşandin. 
 
2014: Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BIGK) Rapora Pêvajoya Çareseriyê parve kir. 
 
2014: Li bajarê Hanover ê Elmanyayê li Zanîngeha Leibnz 1'emîn Konferansa Jinên Êzidî bi tevlibûna 15 delegeyî hat lidarxistin.
 
2016: Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah li Konseya Ewropayê ya Strasburgê bi hêzên çep hevdîtin kir. 
 
2016: Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BIGK) ji bo 24 kesên di jêrzemînên Cizîra Şirnexê de terkî mirinê hatin kirin bigihêjin nexweşxaneyê li ser medyaya civakî dest bi çalakiyê kir. 
 
2019: Madeya zagona cezayê ya kurtaj asteng dikir li Elmanyayê bi çalakiyên hatin kirin hat protestokirin. 
 
2023: Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kuwêstan Dawudî jiyana xwe ji dest da. 
 
2023: Navdarê qada huner û şanoyê ya Fasê Khadija Assad, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.