25'ê Çileya 1882'yan: Nivîskar Virginia Woolf hat dinê

  • 09:01 25 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nivîskar Virginia Woolf di 25'ê çileya 1882'yan de, li Londonê hat dinê. Di sala 1895'an de, dema ku 13 salî bû, kurteçîrokên wê di rojnameyekê de hatin weşandin. Ew bi çîrokên xwe li dijî şert û mercên jiyanê yên ku di dema serweriya Queen Victoria dihatin jiyîn derdiket. Her çîroka ku wê di zarokatiya xwe de nivîsandibû, rexneyek mezin li pergalê bû.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1890: Rojnamevan Nellie Bly // NELII BLAY gera xwe ya cîhanê di 72 roj û 6 demjimêr û 11deqe û 14 çirkeyan de temam kir.
 
2011: Jinên ku tevî polîtîkayên tinekirina her cure êrîşên fizîkî ji Tehrîrê derneketin, daxwazên xwe yên “wekhevî, azadî û edaletê” anîn ziman.
 
1893: Nivîskar, rojnamevan, femînîsta Fransî Louise Weiss ji dayik bû. Louise Weiss di 1934 de La femmenouvelle komeleya (Jina Nû) ava kir. Li Fransayê di kampanyayên mafê dengdanê yên jinan de di rêza herî pêş de cih girt. Di sala 1935'an de, wê ji bo mafê dengdana jinên Fransî doz vekir. Di sala 1983'yan de koça dawî kir.
 
1955: Jinan li Hondurasê mafê dengdanê û hilbijartinê bi dest xistin.
 
2016: Siyasetmedarên jin ên Herêma Federal a Kurdistanê bi parlamenterên jin ên HDP'ê re li Meclîsê hatin cem hev û diyar kirin ku ew girîngiyê didin hevserokatiya HDP'ê û pêkanîna wekheviya temsîliyetê.
 
2016: Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li dijî qirkirina li ser jinan a li herêmê çalakiya nobedê ya 5 rojan da destpêkirin.
 
2018: Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) li dijî êrîşa TAF’ê ya li ser Efrînê bi etîketa #WarReality daxuyaniyek da.
 
2016: Bi dirûşma, "Ji bo Aştiyê 100 Jin" li Kadikoy û Beşîktaşa Stenbolê stand hatin vekirin. Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, ji jinan ji bo aştiyê îmze kom kir. 
 
2019: 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di dengdana ku li Meclisa Eyaleta Berlînê ya Almanyayê hat lidarxistin de wek betlaneya fermî hat îlankirin.
 
2019: Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê de ma, berî bi 5 salan îro hat berdan. Bi bihîstina biryara tehliyeyê re gel herikî mala Leylayê.