24'ê Çileya 2016'an: DKY'ê ji Serokomarê AKP'ê name şand

  • 09:01 24 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Meşa Jinê ya Cîhanê ( DKY), li ber Balyozxaneya Tirk a li Cenevreya Swisreyê çalakî pêk anî û ji bo Sêvê Demîr, Pakize Uyar û Fatma Nayir ên li Silopiyê hatin qetilkirin ji Serokomarê AKP'ê Tayyip Erdogan re name şand. 
 
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro pêk hatine wiha ne:
 
2013: Feminîst û Civaknas Pinar Selek ji doza jê dihat darizandin bi cezayê muebetê hat cezakirin, lê cezayê li Pinarê hat birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hat xirakirin û piştî ji nû ve hat darizandin di 19'ê Çileya 2014'an de hat beraetkirin. 
 
2015: Meclîsa Jinên Êzidî ya Elmanyayê 2'yemîn Konferansa xwe li bajarê Bîelefeldê li Zanîngeha Bîelfeldê bi tevlibûna 150 delegeyan pêk anî. Di konferansê de Fermana 73'yan a di 3'yê Tebaxê li Şengalê hat serê êzidiyan hat nirxandin. 
 
2019: Ji bo Parlamentara Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir, di roja 78'emîn a çalakiya wê de Rêxistina Jinên Ciwan li ser medyaya dîjîtal kampanya da destpêkirin.