23'yê Çileya 2000'an: Nivîskara Femînist Konca Kuriş hat qetilkirin

  • 09:01 23 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Lêkolînvan, nivîskar û femînist a misilman Konca Kurîş di 16'ê Tîrmeha 1998'an li ber mala xwe hat rewandin û piştî 555 roj şûn de ango 23'yê Çileya sala 2000'an de li navçeya Meram a Konyayê li maleke aîdê Hîzbullahê qetilkirî hat dîtin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro rû dane wiha ne:
 
1813: Ji femînîstên girîng ên di sedsala 19'emîn de Jacobine Camilla Collett di 23'yê Çileya 1813'an de li Norweçê ji dayik bû. Bi piştigiriya bavê xwe jî li dibistaneke keçikan a li Danimarkayê perwerde dît û çû Parîsê. Du salan li Hamburgê jiya. Ji wêjekarên mîna Therese von Bacherart û George Sand bi bandor bû. Ji 1840'î pê ve skeç û çîrokên kurt nivîsand. 50 salî gelek roman bîranîn û gotar nivîsand.Di 1895'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1849: Elizabeth Blackwell a li ABD'ê di 3'ê Sibata 1821'an de ji dayik bû wekî jina yekem a di Konseya Tipa Giştî de dîploma girtiye hat naskirin. Elizabetha di 23'yê Çileya 1849'an de dîplomaya tipê girt hem li Îngilistanê hem jî li ABD'ê wekî reformkar a ehlaqî roleke mezin lîst. 
 
1930: Teresa Zylis-Gara ya Polonyayî 91 sal berê îro ji dayik bû. Terasa stranên Bach , Handel , Brahms , Faure , Chopin û Szymanowski li ser dikê kir repertuar. Terasa bi dengê xwe yê baş tê naskirin. 
 
1933: Helbestkra navdar a Tirkiyeyî Gulten Akin di 23'yê Çileyê de jiyana xwe ji dest da.
 
1990: Li Antalyayê 4 mêran tecawizî jinekê kirin. Piştî vê bûyera di 1986'an de qewimî doz hat vekirin. Hat diyarkirin ku Muduriyeta Emniyata Antalyayê ragihandiye ku ew ji fuhuşê dike û hat gotin divê cezayên bersûcan bê daxistin. Jinan li dijî vê di 23'yê Çileya 1990'an de jinan bi dirûşma "Bedena me ya me ye ji destdirêjiya zayendî re na" xwestin dadmendê Dadgeha Bilind îstifa bike. 
 
2019: Lîstikvana şano, dîzî û sînemayê Ayşen Gruda du sal berê jiyana xwe ji dest da. Ayşena di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da ji ber peşçeşêra pankreasê demeke dirêj bû tedawî dibû.