Li dijî polîtîkayên şer bi rêxistinbûnê têdikoşin

  • 09:10 3 Gulan 2024
  • Zarok
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya RUMUD'ê Zeynep Demîr Akçer derbarê xebatên Komeleya Rengarenk Umutlar û Akademiya Mafê Zarokan a Helîn Hasret Şen de axivî û got: “Em tenê fikr û nêrînên zarokan nadin xuyakirin. Em dixwazin bila zarok xwe wek kesayet xwe hîs bikin.”
 
Ne tenê li Kurdistanê li her derê cîhanê binpêkirinên mafan yên zarokan û êrişên li hember zaorkan tên jiyîn. Bi polîtîkayên şerê taybet re zarok tên qetilkirin û ji mafên xwe bêpar dimînin. Komeleya Rengarenk Umutlar (RUMUD) û Komeleya Psîkiyatrîstên Mezopotamyayê (DER-MEZ) di 19’ê Mijdarê de li Sûr a Amedê, Akademiya Mafê Zarokan a Helîn Hasret Şen ku derbarê binpêkirinên mafên zarokan de xebatan dimeşînin vekirin.
 
Endama Lijneya Rêveber a RUMUD, Zeynep Demîr Akçer derbarê RUMUD û akademiyê de axivî.
 
Ji bo zarokan piştgiriya psîkososyal
 
Zeynepê got pişî pêvajoya 2016’an a li Sûrê RUMUD li ser hewcedariyê di 2017’an de hatiye vekirin û got: “Heta îro bi gelek xebatên psîkososyal li qadê xebat meşand û xebatê parêzvaniyê kir. Hîna jî em dikin. Ji ber pevçûnan zaorkan travmayên giran, tirs, fikar û gelek prisgirêkên din jiyan. Niha 3 saziyên me yên aktîf hene û li ser mafê zarokên kurd bi awayekî aktîf xebatan dimeşînin.
 
Gelek xebat û atolye
 
Zeynepê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Em li saziyê bi zarokan re gelek bernameyan dikin. Em xebatên atloyeyê bi piştgiriya dildaran didomînin. Ji roja sazî hat vekirin heta niha bi sedan hevalên me bi zarokan re bername û xebat meşandin. Hîna jî bi awayekî aktîf xebatên atolyeyê tên meşandin. Nêzî 80 zaork tevli van xebatan dibin. Ji meha îlonê heta Hezîranê bi rêk û pêk pewerdehiyê digirin. Ligel vê em piştgiriyên cuda didin. Derbarê zimanê dayikê, derbarê zarokên keç de em xebatan dimeşînin. Em der barê mafê lîstikê ya zarokan de xebatan dimeşînin.”
 
Zarok hîna travmayan dijîn
 
Zeynepê balkişand ser pêvajoya qedexeyên derketina derve ya li Sûrê û wiha bi lêv kir: “Wê demê travmayek mezin li ser zarokan kir. Em di xebatên atolyeyê de bi zarokan re tên gel hev. Ji ber pevçûnên wê demê dema çepik jî tên lêdan, zarok dikarin bikevin fikaran. Ligel vê hêzên ewlehiyê li derdorê digerin û ev jî travmayan hîn bandortir dike. Mînak di şahiya me ya Serê Salê de,  em bi stran û erbaneyan li kolanan geriyan. Li der dorê hebûna hêzên ewlehiyê travmaya li ser zarokan bi bandor kir. Ne tenê bi zarokan re em bi malbatên wan re jî bi rêk û pêk hevdîtinan dikin. Em zarokan dişopînin. Hevalên me yên psîkolog yên dildar hene. Piştgiriyê didin zaorkan û malbatên wan.”
 
‘Em bi akademiyê di şexsê Helînê de zarokan didin jiyîn’
 
Zeynepê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me akademiya Helîn Hasret Şen di 2023’yan de vekir. Wek RUMUD bi salan bû me xeyala vê dikir. Navê  Helîn Hasret Şen ji bo me girîng e. Helîn hat qetilkirin û gumanbarê wê bi bêcezahiştinê hat xelatkirin. Di şexsê Helînê de ji bo navê hemû zarokan bê jiyîn me navê Helîn Hasret Şen da akademiyê. Armanca me bi akademiyê ev e ku em xebatên xwe yên zarokan xurt bikin. Rengarenk bi salane xebatên şopandin û parêzvaniyê dike. Bi akademiyê me ev anî astek hîn profesyonel û sîstematîk. Hem şopandin hem parêzvanî û hem rêxistinbûn di alî me de gelek bi nirxe. Beriya hilbijartinan em bi 4 saziyên zarokan yên li Amedê re bûn hevkar û me xebat meşandin. Armanca me ne tenê fikr û nêrînên zarokan bên nîşandan. Armanca me ev e ku zarok wek şexs  hîs bikin ku xwedî gotinin.”
 
‘Mafên zarokên Kurd tune ne!’
 
Zeynepê destnîşan kir ku wê xebatên wan bidomin û wiha pêde çû: “Em wek rêxistinên mafên zaorkan li ser navê zarokan naxivin. Em bi zarokan re diaxivin, nîqaş dikin. Em zarokan piştguh nadin û di esasê de zarok jî xwedî fikr û nêrînin. Divê civak vê wisa bizanibe. Bi polîtîkayên dewletê nokteya ku Tirkiye lê ye em dibînin. Bi taybet der barê zarokên Kurd de tu mafekî qanûnî û jiyanî tuneye.Her tim astengî û sînorkirin heye. Bi taybet di pêvajoya 8 salên dawî ya qeyûman de ev pergala sîstematîk runiştiye. Lê di vî alî derêxistinÊn civaka sivîl, feraseta rêveberiya alternatîf rê da ber me û gelek bi nirx bû. Me ev pergal qebûl nekir û me têkoşîn û dengê xwe bilind kir.”