Palyaçoyên sînornenas li Mereşê ne

  • 22:09 22 Adar 2023
  • Zarok
MEREŞ – Palyaçoyên Sînornenas li Bazarcixê li 5 nokteyên cuda bi zarokan re hatin gel hev û lîstik lîstin.
 
Palyaçoyên Sînornenas yên ku li 12 welatên cuda ji bo jin û zarokên travmayê dijîn 22 sale xebatan dimeşînin bere xwe da Mereşê ku di 6’ê Sibatê de erdhêj lê pêk hatibû. Ji bo zarokên  erdhejzede lîstikên amade kiribûn lîstin û li 5 nokteyan bi zarokan re hatin gel hev.
 
Eleqeyek mezin dîtin
 
Ekîb ewil çû bajaroka Narli ya Bazarcix a Mereşê û li konên Kordînasyona Erdhêjê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî qada lîstika ji bo zarokan ziyaret kirin. Palyaçoyên Sînornenas li vir ji bo zarokan lîstikên xwe pêşkêş kiri nû ji aliyê zarokan ve eleqeyek mezin dîtin.  
 
Piştre Palyaçoyên Sînornenas çûn Konbajarê Menderes û Konên KESK û AFAD’ê û ji bo zarokan bername pêk anîn. Ji bo zarokan bû moralekî mezin. Palyaçoyên Sînornenas piştre li gundan serdanên xwe pêk bînin.