‘Aqûbeta 552 zarokan ne diyar e’

  • 09:05 27 Sibat 2023
  • Zarok
Rojda Aydin – Gulîstan Dursun 
 
AMED – Ji Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan Gulan Onkol, bal kişand ser rewşa zarokên ku ji erdhejê mexdûr bûne diyar kir ku aqûbeta 552 zarokan ne diyar e û got: "Bi taybetî li gundên kurd-elewî polîtîkayek tê meşandin. Koçberiyeke navxweyî ya dijwar jî heye. Cihê ku koçberî hebe, li wir bişaftin jî heye. Dewlet hewl dide karesata xwezayê ji bo berjewendiya xwe bikar bîne.”
 
Li Mereşê di erdhejên ku di 6’ê Sibatê de pêk hat û bandorê li 11 bajaran kir de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Ji erdhejê herî zêde jin û zarok bandor bûn. Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî diyar kir ku hezar û 900 zarokên bêkes ên piştî erdhejê ji bin xirbeyan hatine derxistin û qeyda wan hatiye tomarkirin, hezar û 453 zarok jî radestî malbatên wan hatine kirin. Her wiha hat diyarkirin ku piştî tedawiya 108 zarokan wezaretê wan radestî saziyan kirine û 339 zarok jî tedawiya wan li nexweşxaneyan berdewam dike. Her wiha hat gotin ku tespîta nasnameya hezar û 817 zarokan hatiye kirin û nasnameya 83 zarokan jî hîn nehatiye diyarkirin. Di vê çarçoveyê de 14 sazî hatin cem hev û Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan ava kirin û ji roja ewil ve li herêmên erdhejê bi dildaran re li qadan ji bo zarokan dixebitin.
 
Endama Komîteya Rêveberiya Komeleya Zarokan a ku di nav de 14 sazî cih digire, Gulan Onkol, derbarê xebatên li qadê hatine kirin de ji ajansa me re nirxand.
 
‘Me giranî da ser xebatên şopandin û derûniyê’
 
Gulan, anî ziman ku ew pêkhateya Tora Zarokan a li Amedê kar dike û bi erdhejê re Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan avakiriye. Gulan, diyar kir ku ji roja ewil tora rêveberiya krîzê hatiye cem hev û ji bo zarokan xebatê dikin û got: "Di rojên destpêkê de ji bo diyarkirina pêwistiyên lezgîn ên jin û zarokan xebat hatin meşandin. Me bi hevalên xwe yên dildar re hewl dida ku pêwîstiyan tespît bikin û xwe bigihînin herêman û hewl bidin ku pêwîstiyan bi cih bînin. Piştî roja çaremîn me giranî da ser xebatên şopandin û derûniyê. Di lêkolînên me yên psîkososyal de ew konên lîstikê yên zarokan bûn ku li qadên komkirinê dihatin kirin. Ev jî ji bo xebatên psîkososyal xebatên pêşîn bûn.”
 
‘AFAD destûrê nade ku em bikevin qadên wan’
 
Gulan, bi lêv kir ku di çarçoveya van lêkolînan de bi dildaran re bi gelek zarokan re têkilî danîne û wiha domand: “Armanca me ya sereke zarok bûn ku hem ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafan. Me dît ku travmayên li wir diqewimin jî dikarin pêşde bên dîtin. Ji ber AFAD û bajarên konteyniran nahêlin saziyên sivîl bikevin nava liv û tevgerê û nikarin li seranserê Amedê xebatan bikin. Em niha li Semsûrê dixebitin. Bi piştgiriya dildaran me li navenda Semsûrê konên lîstikê yên zarokan vedan. Em 3 rojan carekê bi komên ku ji 15 kesan pêk tên seferan ber bi Semsûrê ve pêk tînin. Xebatên ku em bi dildaran re bi hev re pêk tînin hene, hem di bexçên pêlîstokan de hem jî di konên lîstikê de hemû malzemeyên pêwîst peyda dikin. AFAD pergalên ku afirandiye li herêmên derdora qatên xwe pêk tîne. Ev herêm jî ji civaka sivîl û rêxistinên sivîl ên serbixwe re vekirî nîne. Ji ber vê yekê destur nayê dayîn ku em wekî Tora Krîza Zarokan têkevin wir.”
 
‘Aqûbeta 552 zarokan nediyar e’
 
Gulan, destnîşan kir ku aqûbeta 552 zarokan nediyar e û got, “Aqûbeta 552 zarokan çi bû?” Gulan, bal kişand ser rewşa zarokên li girtîgehan de ne bi lêv kir ku ser wan zarokan jî polîtîka tê meşandin. Gulan, her wiha destnîşanê polîtîkayên li ser koçberiyê jî kir û wiha axivî: “Mafê zarokan yê stargeh, jiyan û ragihandinê tê desteserkirin. Nêrînên me yên li ser rewşa ku zarokan ew e ku weke milkekî taybet dibînin, ji qadên xwe û civaka xwe tên qût kirin û li yurdên terîqetan yên wek Stenbolê re tên şandin û ev yek berdewam dike. Valakirina gundên elewiyan ên Semsûrê û rêkirina malbatên wê herêmê ber bi mertropolan ve jî polîtîkayeke bişaftinê ye. Bi taybetî li ser gundên kurd-elewî yan polîtîkayek tê meşandin. Koçberiyeke navxweyî ya dijwar jî heye. Cihê ku koçberî hebe, li wir bişaftin jî heye. Pêvajoya beralîkirina malbatên koçber jî girîng e. Ji ber ku ji nişka ve bikevin nava heremek ku qet nas nakin û pêvajoya adaptasyona li wir bêguman dê bandorê li ser civakê û malbatê, bi taybetî jî jin û zarokan bike. Dewlet hewl dide karesata xwezayê ji bo berjewendiya xwe bikar bîne.”
 
‘Mafê perwerdê ya zarokan tên astengkirin’
 
Gulan, têkildarî zarokên ku ji yurdên terîqetê re tên şandin de jî axivî û wiha bi lêv kir: “Ev şêwazê perwerdeyê ye ku îslama siyasî ferz dike. Mafê perwerdehiyê jî mafê jiyanê ye û yek ji mafên herî bingehîn ên zarokan e. Ma hewcedariya herî girîng a niha perwerdehiya Quranê ye? Li ku derê hewce dike ku lêkolînên ku dikarin piştgiriyê bidin vê pêvajoya krîzê pêşve bibin, lê ew bi axaftinên muhafezekar û xebatan pişgiriyê didin vê yekê. Hewldanên ji bo ku zarok mafê xwe yê jiyanê biparêzin, li gorî berjewendiyên xwe asteng dikin.”
 
‘Rêxistinbûyîn bi piştgiriyê pêşdikeve’
 
Gulan, dawiya axaftina xwe de got divê mafê zarokan a lîstinê û mafên derûnî yên civakî bên pêşxistin û wiha dawî li axaftina xwe: “Em wisa difikirin ku divê di demên karesatên xwezayî, şer û pandemiyan de zêdetir piştgiriya jin û zarok bên kirin. Divê lêkolînên derûnî û civakî bên kirin û pêşxistin. Divê hemû mekanîzmayên pergalê û dewletê jî di vê mijarê de seferber bibin. Em xebatên xwe yên li qadê bi van li ber çavan digirin plan dikin. Divê dildarên ku dixwazin di çarçoveya zarokan de xebatan bikin an jî dê li qadên berhevkirinê xebatek li ser zarokan bimeşînin, divê bi awayekî aktîf beşdarî qadê bibin û qadan vala nehêlin. Ez di wê baweriyê de me ku bi xwedîderketin û rêxistinbûnek dikare piştgiriyê pêş bixe.”