‘Em dikarin ji zarokan re qadan vekin’

  • 09:01 26 Çile 2023
  • Zarok
AMED - Roza Tuma da zanîn ku divê zarok li cihên ku mezin dixebitin neyên xebitandin û di qadên ku dikarin jiyana xwe bidomînin de cih bigirin. Roza wiha got: “Divê em ji zarokan re qadên ku dikarin lê bimînin biafirînin û vekin.”
 
Roza Tuma daxuyakirin ku xebitandina karkerên zarok ne qanûniye û li cihên ku zarok îlegal tên xebitandin, gelek maf tên binpêkirin. Roza Tuma destnîşan kir ku xebatên hişmendîkirinê tên meşandin lê ji bo zarok wek zarok bijîn, qad tune ne. Rozayê bang kir ku di vê mijarê de divê hîn bêtir hestiyarî hebe.
 
‘Min hewl da hişmendiyê ava bikim’
 
Aktîvîsta ku ji bo zarokan dixebite Roza Tuma daxuyakirin ku di pêşangenê de armanca wê ev e ku helwesta civak û zarokan li hember wan hinek be jî biguherînin û got: “Ji ber civak bi çavên karker li zarokan dinêrin û zarok jî xwe wek mezinan dibînin ev rewş mirovan nerehet dike. Lê zarok tevî her tiştî divê zarok bimînin. Bi materyalên destê wan çiqas bibe. Min jî hewl da ez bi wêneyan vê nîşanê civakê bidim. Min hewl da hişmendiyê biafirînim.”
 
‘Ji ber pirsgirêkên aborî tên xebitandin’
 
Rozayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku gelek aliyên Tirkiyeyê pirsgirêka aborî dijîn û malbat ji ber vê jî zarokên xwe didin xebitandin. Rozayê wiha domand: “Ji ber qezenca wan têrî wan nake. Xebitandina zarokan ne qanûniye. Li cihên ku zarok îlegal tên xebitandin gelek binpêkirina mafan tên jiyîn. Xwedîbûn, starbûn, hawirê xebatê. Saetên xebatê. Nêzîkatiya patronan. Zarok bi van pirsgirêkan re tên rû hev. Ev jî dibe sedeme têkçûna bixwebaweriyê.”
 
‘Ji bo zarokan qad vekirin’
 
Rozayê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku xebitandina zarokan ne qanûniye û pirsgirêkek mezine û wiha dawî lê anî: “Divê em zarokan nedin xebitandin. Her kes vê tîne ziman lê xebatekê di vê mijarê de nakin. Ez dixwazim zarok zarok bimînin. Hişmendî bê avakirin. Divê em ji zarokan re qadên ku dikarin lê bimînin biafirînin û vekin.”