Îsal jî zarok bûn mexdûrê polîtîkayên desthilatdariyê

  • 09:01 22 Kanûn 2022
  • Zarok
 
Melek Avci
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîtîkayên desthilatdariyê îsal jî pêşî li sûcên destdirêjiya zayendî ya li hember zarokan negirt. Li gorî daneyên rayagiştî û wezareta dadê tenê, di 2020’an de hejmara dosyayan 17 hezar û 938 bû û  di 2021’ê de derket 20 hezar û 459’î. Daneyên 2022’yan hîna nehatine parvekirin.
 
Em 2022’yan li pey xwe dihêlin û li hemû cîhanê têkoşîna jin û lêgerîna maf, bi gelek çalakî, rêxistinbûnê derket pêş. Li Tirkiyeyê jî tevî têkoşîna yekbûyî di polîtîkayên der barê parastina jin û zarokan de tu pêngavek nehat avêtin. Polîtîkayên koalîsyona AKP-MHP’ê êriş û tundiya li hember zarokan zêdetir kir û vê salê de jî zarok neparastin.
 
Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran (ÎSÎG) ya 11 mehên îsal 61 zarokan di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha zarok di karê herî zehmet de tên xebitandin. Ev pirsgirêkeke sereke ya civakê ye. 
 
Em salê diqedînin û ne di kuştinên jinan de kêmbûnek ne jî di sûcên destdirêjiya zayendî de kêmbûnek hebû. Peymanên navneteweyî yên jin û zarok diparastin jî hatin feshkirin. Destilatdariyê hemû polîtîkayên piştgiriya borî, wekhevî û tundiyê ji ser parastina malbatê meşandin. Jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hatin qetikirin, tundî dîtin. Li ser gotinên Serokatiya Karên Diyanetê yên di 2018’an ku gotibû ‘Zarokên 9 salî dikarin ducanî bimînin, ligel wan malbat tunebin jî dikarin bên zewicandin’ şûnde, bûyerên zewicandina zarokên keç zêde bûn, destdirêjî li zarokan hat kirin.  Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî, di serê meha Kanûna 2022’yan de der barê xwendekaran de anketek pêk anîn û pirsa ‘divê temenê zewacê yê jinê çi be’ pirsîn.  Di hefteya borî de li Esenyurt a Stenbolê zaroka 15 hat zewicandin. Her wiha Serokê Weqfa Hîranur ku girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga ye, Yusuf Ziya Gumuşel, zaroka xwe ya 6 salî zewicandibû û bi salan destdirêjî li zarokê hatibû kirin.
 
Wezaret daneyan parve nake
 
Wezareta dadê ji 2017’an heta nihaye daneyan sûcên zayendî bi rayagiştî re parve nakin û li ser îxbarên tên kirin jî rojnameger nikarin xwe bigihînin daneyên sûcên zayendî. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a 2018’an de ji sûcên zayendî tenê ji sedî 5 derketine holê.
 
Rayedarên dewletê bûyerên destdirêjiya ku hêzên ewlehiyê û endamên partiyê tevlibûne sansur dike û biryara veşariyê tînin ser. Di polîtîkayên jin û zarokan de hewl tê dayîn ku çareserî bê astengkirin.
 
20 hezar û 469 zarok îstîsmar kirin
 
Li gorî Îstatîstîkên Edlî yên Wezareta Dadê di 2021’ê de parve kirine, di çarçoveya Sûcên Zayendî de 50 hezar û 370 dosya hatine vekirin û ji van tenê 20 hezar û 459 sûcê îstîsmarê hatiye dîtin.  Ji dozên hatine vekirin ji 127 hezar û 297 biryarî 59 hezar û 268 yanî ji sedî 46.6, doz lê nehatine vekirin û gotin cih ji lêpirsînê re tune.
 
Ji sedî 23 beraat
 
20 hezar û 459 dosyayên destdirêjiya zayendî, ji xalên 103 û 104 yên Kanûna Cezaya Tirk hatine vekirin. Ji biryarên derketine ji sedî 23.4 bi beratê encam bûye.  Navendên Şopandina Zarokan (ÇÎM) li 59 bajarên Tirkiyeyê hene. Mixabin mirov nikarin xwe bigihînin daneyên serlêdanên wir. Li gorî daneyên dawî hatibû gotin ku navbera Çileyê 2011- gulana 2016’an de bi giştî ji Tirkiyeyê 21 hezar û 68  serlêdan li ÇÎM’ê hatine kirin. Ji serlêdanan ji sedî 85 zarokên keç ji sedî 15 jî zarokên kur bûn.
 
Di 3’yê kanûnê de derketibû holê ku  Serokê Weqfa Hîranur ku girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga ye, Yusuf Ziya Gumuşel, zaroka xwe ya 6 salî zewicandibû û bi salan destdirêjî li zarokê hatibû kirin. Di rayagiştî de bertekên mezin hatibûn nîşandan û gotinên wek îtîraf yên Wezareta Xizmetên Malbatî û Civakî jî rê li ber bertekên mezin vekiribûn.  
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaşdi hevdîtinên butçeya meclîsê de li dijî helwesta skandal ya dozger, diyar kir ku H.GK di 30’ê mijdara 2020’an de serî li dozger dide û du sal şunde yanî di 30’ê cotmeha 2022’yan de îdiname hatiye amadekirin, wezaret tu tiştekî nake. 
 
105 pêşnûmepirs
 
Di vê salê de ji aliyê parlamenterên HDP’ê ve ji bo bê bersivandin 105 pêşnûme pirs ji bo cigirê serokomar Fuat Oktay, wezîrê dadê Bekîr Bozdag, wezîrê tenduristiyê Fahrettîn Koca, wezîra malbatî û civakî Derya Yanik û wezîrê turîzm û çandê Mehmet Nurî  hatin dayîn. Lê mixabin yek jî nehatin bersivandin.
 
Bîlançoya 2022’yan
 
Hinek bûyerên sûcên zayedî yên di 2022’yan de hatine jiyîn û derbasî qeydan bûne;
 
* 2’yê kanûnê: Li Odemîş a Îzmîrê zarokekî ji sedî 50 astendar 10 salan ji aliyê 8 kesî ve destdirêjî lê hatibû kirin.
 
* 4’ê kanûnê: Li Nîgdeyê Ahmet Faruk Yorukoglu di qursa Kuranê de destdirêjiya sîstematîk li zarokekê kir. Malbata ku tevgerên zaroka xwe ferz kirin gilî kirin û doza cemawerî hat vekirin.
 
* 2’yê mijdarê: Li Mêrsînê antrenorê furbolê H.B yê 63 salî li 6 zarokên kur destdirêjî kiribû. Bi daxwaza 90 sal ceza doz lê hat vekirin.
 
* 4’ê mijdarê: Li Enqereyê mêrê bi navê Regayîp Vadî yê 42 salî destdirêjî li sê zarokan kiribû û gumabar îdia kir ku hişê wî ne li serê wî ye û sûcdarî qebûl nekir. Doz lê hatibû vekirin û 75 sal ceza lê hat birîn.
 
* 5’ê mijdarê: Serokê berê yê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ku ji sûcê îstîsmarkirina zarok hatibû girtin hat berdan.
 
* 16’ê mijdarê: Li Kocaeliyê mêrê bi navê Ramzan Y.  ku jinekê re dijiya, destdirêjî li keça wê kir û 26 sal ceza lê hat birîn.
 
* 3’yê cotmehê: Li Polatli ya Enqereyê mêrê bi navê Y.K yê 59 salî, destdirêjî li 5 zarokî hatibû kiribû û der barê wî de heta 400 salî ceza xwestin doz hat vekirin.
 
* 24’ê îlonê: Li Rihayê du xwişkên hev yên astengdar ji aliyê kurê xwediyê xaniyê wan A.A ve destdirêjî lê hatibûn kirin. Der barê A.A de doz hat vekirin û heta 141 salî doz hat xwestin.
 
* 16’ê tîrmehê: Li Dursunbey a Balikesîrê  meleyê li mizgefta gund peywirdar bû destdirêjî li 7 zarokî kiribû. Li ser lêpirsînê mele hat girtin.
 
* 1’ê hezîranê: Li Palandoken a Erziromê gumanbarekê ji doza destdirêjiya li qursek razanê dihat darizandin 119 sal û 6 meh ceza lê hat birîn.
 
* 29’ê hezîranê: Li yurda xwendekaran a Hîlal Bagli ya li Yalovayê M.Z yê 26 salî ku dersa Kuran û Tirkî dida destdirêjî li zarokekî kir. Gumabar M.Z hat girtin.
 
*18’ê gulanê: Li Amedê meleyê Mizgefta Hîsamî Kadri O. yê 51 salî destdirêjî li zarokekî kir. 
 
* 31’ê gulanê: Li mizgefteke Esenyurt a Stenbolê kesekî destdirêjî li zarokekê kiribû. Li ser vê welatî li ber mizgeftê kom bûn û xwestin gumanbar lînç bikin.
 
* 5’ê nîsanê: Li Kocaeliyê mêrê ku destdirêjî li 5 zarokên kur kiribû hat darizandin û 28 sal û 9 meh ceza lê hat birîn.
 
* 22’yê nîsanê: Li Samsurê Z.Ş destdirêjî li zarokekê kiribû û 12 sal ceza lê hat birîn.
 
* 21’ê sibatê: Li Sakaryayê de li dergaheke tarîkatê lîderê tarîkatê Eyup Fatîh Şagban li keça murîdê xwe destdirêjî kiribû û 10 sal û 5 meh ceza lê hat birîn.
 
* 19’ê çileyê: Li Aydinê  Serokê Ocaxên Ulkucu ya Umurlu Alpay Çomez destdirêjî li zarokê kur kiribû. Umurlu Alpay yê hatibû girtin hat û piştre hat berdan.