Bernameya ‘hunermendên îro wênesazên sibê’ didome

  • 15:54 29 Gulan 2022
  • Zarok
AMED - Pêşengeha wêneyan a zarokan ku Kooperatîfa Ziman, Huner û Perwerdeyê ya Ankayê daye destpêkirin, di roja 2’yemîn de berdewam dike.
 
Kooperatîfa Ziman, Huner û Perwerdeyê ya Anka’yê bi dirûşma “Hunermendên Rojê Wênesazên Pêşerojê” li avahiya Komeleya Goç-Derê ya li navçeya Sûr a Amedê pêşengaha wêneyan a zarokan dabû destpêkirin. Pêşangeh di roja 2’yan de berdewam kir. Pêşengeh, îro jî li benda beşdarên xwe bûn.
 
Wêneyên pêşengehê ji hêla zarokên ku di bin sîwaneya Kooperatîfa Ziman, Huner û Perwerdehiyê ya Anka’yê de hatine perwerdekirin ve hatine xêzkirin.
 
Pêşengeha zarokan îro jî domiya û dê heta saet 18.00’an jî berdewam bike.