Ji bo şahiya 'Zarokên rojê' eleqeyek zêde

  • 15:48 7 Nîsan 2022
  • Zarok
 
WAN - TJA û Navenda Çandê ya Aryenê li Taxa Zorava ya navçeya Tuşbayê bi navê "Zarokên rojê" şahî ji bo zarokan li dar xistin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Navenda Çandê ya Aryenê li Taxa Zorava ya navçeya Tuşbayê ya Wanê  bi navê "Zarokên rojê" şahî ji bo zarokan li dar xistin.  Zarokên ku ji bo şahiyê li taxê li navendeke vala hatin komkirin li gel muzîkê û xebatkarên navenda çandê govend girtin. Zarokan li gel hewaya sar eleqeyek mezin nîşanî şahiyê dan, kukla çêkirin û wêne boyax kirin.