Emrah Kirimsoy: Zarokan dikin yek tîp û dikin nesne

  • 09:03 6 Kanûn 2021
  • Zarok
 
ENQERE - Pispora xizmeta Civakî Emrah Kirimsoy der barê sedama êrişa zayendî û li dijî vê divê çi bê kirin de axivî û got di bûyerê îstîsmarê de rûhev hatin girîng e û got: “Hemû tiştên der barê zarokan de polîtîk in. Berpirsyariyeke me ya parastina mafê zarokan heye.”
 
Tirkiyeyê tevî ku gelek peymanên der barê mafê zarokan de îmzekiriye jî pêk nayne û zarok şîdet, îstîsmar, qetilkirin her cureyê binpêkirinê dibînin. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember zarokan  roj bi roj girantir dibe û li vê polîtîka bêcezahiştinê jî zêde bû. Di rapora der barê îstîsmara zarokan de hatiye amade kirin de puanê Tirkiyeyê ji ser sedî 57,6 bû.  Di lîsteya  The Economist de Tirkiye di alî ewlehiya zarokan de di nav 60 welatî de di rêza 18’an de cih girt. Li gorî rapora CHP’ê di 2020’an de herî kêm 265 zarok hatine îstîsmarkirin 26 zarok hatine qetilkirin. Di sê mehên ewil ya 2021’ê de herî kêm 6 zarok hatin qetilkirin û 41 zarok hatin îstîsmarkirin. Pispora Xizmeta Civakî Emrah Kirimsoy der barê mijarê de axivî.
 
Emrah da zanîn bi zêdebûna îstîsmara zayendî re gelek bûyer hatine dîtin û zemîna îstîsmarê derdixe holê jî eve ku ‘di avabûneke girtî de ye’. Emrah wiha got:  “Ev avabûnên girtî şîdetê ava dikin û yek ji van îstîsmare.  Yek pirsgirêka din jî bêcezahiştine.  Pergaleke me ya edeletê ya piranî fêdeya gumanbar li ber çavan digire heye. Ji ber vê jî em hewl didin cezayên bilind bên dayîn.”
 
‘Karneya Tirkiyeyê qels e’
 
Emrah da zanîn ku ji ber mekanîzmayên maf yên zarokan tune, ji ber kesên piştgirî jê bên girtin tune, ji ber têkiliyên aloz îstîsmara zayendî zêde dibe û wiha dirêjî dayê: “Li Karamanê  45 zarok 4 salan rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatin.  Ev bûyer nîşan dide ku karneya Tirkiyeyê ya der barê zarokan de gelek qels e. Zarokek bi psîkolog re hevdîtinê dike, psîkolog li rewşê haydar dibe û  ji dozger re radigihîne.  Gelo çima kontrol li wê weqfê tunebû.  Çima ewlehiya zarokan nehat xurtkirin. Çima mekanîzma kontrolê nehat avakirin.  Ger ku yek biketa tevgerê wê ew zarok 4 salan ev îstîsmar nejiyaba.”
 
‘Nêzîkatiyek giştî pêwiste’
 
Emrah  di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em çawa dikarin pêvajoyeke edeletê ya her tiştî baş dike, ava bikin? Ji bo bûyera hatiye serê zarokekî neyê serê zarokên din, divê çi biguherin.  Gelo valahiya kîjan qanûnan heye, ya kîjan rêxistinbûnan ya kîjan çalakiyan heye. Divê ev pirs bên nirxandin.  Divê sedemên îstîsmarê, baş bên lêkolînkirin û xurtkirina wan deran gelek girînge. Her wiha divê nêzîkatiyeke giştî ya bertekî bê nîşandan.”
 
‘Divê zarok bên xurtkirin’
 
Emrah balkişand ser polîtîkayên dewletê û wiha bi lêv kir: “Zarokan dikin yek tîp û dikin nesne. Bi zarok re malbatê vedinasînin û zarok di nava van de her diçe tune dibe. Divê desthilatdarî li dijî zarokan berpirsyariyên xwe bîne cih, zarokan xurt bike û hewcedariyên wan li ber çavan bigire. Divê zarok di avabûna malbatî de neyên sînorkirin. Îstîsmara zayendî sûce û  di qanûnan de der barê vê de hinek venasîn hene. Ji bo zarokên hatine îstîsmarkirin venasîna ‘mexdur’ tê bikaranîn û divê ev di mafê zarokan de bi baldarî bê bikaranîn.  Dema ‘mexdur’ tê vegotin wek bê hêz, wek nikare li ser piyên xwe bisekine, di pozîsyonek wisa de tê nîşandan.  Di van mijaran de divê em daxwaza xwe ya ku divê mekanîzmayên piştgiriya ji bo zarokan bikeve tevgerê, bi taybet bînin ziman.”
 
Divê çi bê kirin?
 
Emrah destnîşan kir ku divê dirûşmeya ‘zarok bêdeng dimîne tu nemîne’ divê bi baldarî bê bikaranîn û wiha berdewam kir: “Berpirsyarî li wir ne ya zarokane. Ji rewşa têde ye zarok ne berpirse. Berpirsyarî zarok li ser mezinan e. Ji bo îstîsmar pêk neyê divê em baş bifikirin.  Divê zarok di mijara mafê beden de bê xurtkirin. Divê hêza gotina ‘na’  û cesaret pê re bê avakirin. Divê xebatên xurtkirinê bên kirin. Divê xebatên der barê xutkirina mezinan de hebin. Divê bi zarokan re têkiliyek wekhev bê avakirin û ev sînor bên dîtin. Her rewşa der barê zarokan de polîtîke. Lê vê pirsgirêkê bi giştî bi ‘pirsgirêka nav malbatî’ dibînin. Ji bo zarokan divê pêvajoyeke bi bandor û başkirinê pêk bê.”
 
Emrah di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Têgeha îstîsmara zayendî pir berfirehe. Beyî erêkirina zarokan parvekirina wêne jî cureyê îstîsmarê ye. Zewaca zarokan, hilberîna metaryalên pornografîk yên de barê zarokan de, bazirganiya zarokan,  îstîsmara zayendî û aliyên wê. Civaka me ji ber civakek girtiye, mixabin mijara ensestê jî vedişêre. Pirsgirêkek wisa heye. Divê em pêvajoyên xwe yên rûhevhatinê xurt bikin.”